Diyarname
16'emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Akbankê îsal di navbera 16-26'ê adarê de li dar dikeve. Ligel nîşandayîna kurtefîlma xebatên atolyeyan û gotûbêj jî hene.
Ji 74 welatan 2217 kurtefîlm hatine şandin û ji nav wan kurtefîlm hatine hilbijartin. Ji 40 welatan 109 kurtefîlmen ku beşdarî gelek festîvalên din bûne dê bêne nîşandayîn. Ligel vê 3 fîlmên metrajdirêj jî hene.
Festîvalê ji bo derhêner Jane Campion beşek taybet amade kiriye. Campion ku di heman demê de xwediya Xelata Palmiyeya Zêrîn e bi kurtefîlmê xwe dê li Stenbolê be. Her wiha di vê beşê de panelek bi navê "Ji Ser Kurteyên Wê Re Awerik Li Sînemaya Jane Campion" (20'ê adarê, saet 18.30) li dar bikeve.
Her wiha bi beşdariya Cem Erciyes û Şenay Aydemir bi navê "Têkiliya Wêje û Sînemayê" 16'ê mehê saet 18.30 de panelek li dar bikeve.
Çalakî û temaşekirina fîlman bê pere ne lê ji ber cih teng e yên bixwazin divê saetek berî çalakiyê/fîlman vexwendnameyan ji Aksanatê bigirin.


