Amed
Çemê Dîcle ku her mirov têde difetisin, duh jî du kesên din têde fetisîn.
Roja yekşemê, 27'ê mehê Aynur Demir û Perihan demir ji bo şûştina xaliyan çûn devê Çemê Dîcleyê lê ji nişke ve sergêj bûn û ketin nava çem. Piştî ku xeber gihîşt koma lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bin avê ya Şaredariya Bajarê Mezin, kom li ser çem kete nava hewldanan. 6 endamên komê ku xwe bera nava çem dan di encamê de xwe gihandin tirmê Perihan Demir a 19 salî lê hê jî Aynur Demir nehatiye dîtin.
Ji malpera Şaredariya Amedê hatiye girtin