Hewlêr
Îro bi amadebûna jimarek ji roşenbîr, nivîskar û hunermendên bajarê Hewlêrê di merasîmeke taybert de Pirtûkxaneya Şerefxan li bajarê Hewlêrê hate vekirin.
Pirtûkxane ji jimarek ji çavkaniyên kurdî,erebî û farsî ên li beware civakî,aborî,siyasî,lêkolîn,dîrokî û çendîn biwarên din pêk tê. Her di wê pirtûkxaneyê de wêneyê yekê yê Rojnameya Kurdistanê( Qahîre 1898) hate pêşkêşkirin.
Hevdem di merasîmê de perde li ser dirawa kurdî hate rakirin ku ji aliyê hunermed Aso Mamzade hatiye çêkirin û wêneyê Şerefxan li ser e.
Ji PUKmedia hatiye girtin


