HEWLÊR
Serdanên Heyeta BDP-KCD’ê ya li başûrê Kurdistanê didome. Heyet piştî Konferansa ji bo bîranîna Komara Kurdistanê ya Mehabadê tu duh li dar ket çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê berê Berhem Salih.
Heyet piştî van hevdîtinan îro ber bi Mexmûrê ve ket rê.
Di nav heyetê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, mebûsên BDP'ê Nazmî Gur û Sirri Sakik û Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Cebbar Leygara heye.
Endamên çapemeniyê negirtin hevdîtinê lê hate gotin ku di hevdîtinê de li ser konferansa yekîtiya neteweyî, rewşa kurdan a li her çar parçeyan hatiye axivîn.
Hate gotin ku piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih re heyetê bi Balyozgerê Fransa yê Herêma Kurdistanê re jî hevdîtinek pêk aniye.
Heyet îro serê sibê saet 9.30’yan li Mexmûrê çû Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem. Heyet bi girseyek mezin hat pêşwazîkirin.
Hevserokê KCD Ahmet Turk li vê derê axivî û ji bo pêşwaziyê sipasiya wan kir.
Turk li ser hewldanên yekîtiya kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê axivî û got: “Di vê pêvajoyê de wê gelê kurd xwedî biryar û maf be.”