Diyarname
Pirs ev e: Îro çend kes hatin kuştin? Pirsek wisa dibe? Çima bêne kuştin? Lê rastî ev e, îro gelek kes hatin kuştin. Me hin ji wan dan hev.
MELETÎ:
Li Meletî polîsekî bi nav3e Murat B. gule bera kirêciyên xwe ku ew bixwe xizmên wî bûn dan. 5 kes birîndar bûn, ji wan Abdullah Ç., Şeref Ç. û Gulhan B. ji ber birîna wan giran bû mirin, K.Ç û R.Ç jî hê li nexweşxaneyê ne.
AMED:
Li taxa Şehîtlika Yenîşehîra Amedê du malbat ji ber zevî pevçûn. Di pevçûnê de çek hati bikaranîn. 6 kes birîndar bûn. Ji van Sidika Kaya mir, 5 kes birîndar bûn ku didu jê bi giranî birîndar bûne.
ERZEROM:
Li navçeya Oltu ya Erzeromê qezaya trafîkê çêbû: Ambulans û erebeyek li hev qelibîn: 4 kes mirin.
STENBOL:
Li Bakirkoya Stenbolê Said Altaca ki dixwest ibe siwarê teqsiyê, jîpek ji wir de hat lê da û Altaca mir. Hat gotin ku ajokar sermest bûye.
ISPARTA
Li Ispartaya Tirkiyeyê Osman Zeybek (49 salî) û keça wî D. Zeybek (20 salî) nîqaş kir. Keçik D. Zeybek kêr li singê bavê xwe da û ew kuşt.
Li dinyayê jî mirinên cur bi cur çêbîn. Ji van li eyaleta Wayanad a Hindistanê di encama şemitîna axê de 24 kes mirine.
Li Venezuellayê muxalifan encamên hilbijartinê protesto kirin. Kesek mir.