Diyarname
Li dinyayê kêm caran wisa dibe: Di lîga mezin a Almanyayê Bundeslîgayê de maça dawî ya hefteyê hat lîstin. Û şampiyon diyar bû: ne Dortmund, Bayer Munih e.
Rew bi vî rengî bû: Borussia Dortmund bi 70 pûanî di rêza yekemîn de dest bi hefteyê kir. Bayer Munih bi 68 pûan duyemîn bû. Avantaj di destê Dortmurdê de bû û maça dawî li mala xwe dê bilîsta. Û li mala xwe Mainc 05'ê ku di rêza 8'an de bû dikir mêvan.
81 HEZAR KES XEMGÎN VEGERIYA MAL
81 hezar û 365 temaşevan ji bo şampiyonî li sehayê bûn. Reqîbê wan ê her demî, tîma duyemîn Bayer Munih ev 10 sal bûn bê navber her dibû şampiyon û niha gav ew gav bû ku ev rêzeya wan bê şikandin.
Di rewşeke wisa de lîder çawa maçê ji dest dide? Di rewşek normal de gere ji dest nede. Lê Dortmurdê ji dest da.
Mainz 05 di deqîqeya 15'an de bi gola Andreas Hanche-Olsen, di deqîqeya 24'an de jî bi gola Karim Onisiwo bi 2-0 derket pêş. Temaşevanên Dortmundê di şokê de bûn. Tîm nekarî di nîveka yekemîn de were ser xwe û tiştek bike. Di nivîka duyemîn de Dortmundê di deqîqeya 69'an de bi Raphael Guerreiro bersiv da; di 90+6 de bi Niklas Sule encam anî 2-2'yê lê vê encamê têra wan nekir. Dortmund bi vê wekheviyê bû xwedî 71 pûanî.
BAYERN'Ê DI 10 DEQIQEYÊN DAWÎ DE ENCAM GUHART
Bayer Munihê ku çûbû Kolnê, li deplasmanê reqîbê xwe bi 2-1 têk bir û derket 71 pûanî. Û di dawiyê de Bayer Munih bi avaraj bû şampiyon.
Bi vê yekê Bayer Munih bû 11 caran ser hev dibe şampiyon. Di temamî de jî bû 33 caran dibe şampiyon. Tîma bajarê Bavyerayê di 5 lîgên Ewropayê de bû yekemîn tîm ku 11 caran ser hev de dibe şampiyon. Ya balkêş jî Bayer heta 80 deqîqeyî bi 1-0 li paş bû û di 10 deqîqeyên dawî de hat ser xwe. Paşê çi bû?
BAYERN'Ê TEKNÎK DÎREKTOR QEWIRAND
Paşê wisa bû: Temaşevanên Borissia Dortmunê serî li ber ketin ser rêya mala xwe, klûba Borissia Dortmundê ket nava bêdengiyê, lê deng ji aliyê Bayernê hat: Ligel ku tîm bû şampiyon jî klûbê teknîk dîrektorê xwe Julian Nagelsmann qewirand.
Li gor nûçeya rojnameya Bildê klûbê dawî li peywira teknîk dîrektor Nagelsmann anî. Ji ber ku di Lîga Şampiyonan de teknîk dîrektor ne serketî bû, klûbê we şand. Di maça Bayer Leverkusen de Bayer Munih bi 2-1 têk çûbû. Wê demê CEO'yê tîmê Hasan Salihamidzic reaksiyon nîşan dabû û gotibû, "Tiştêk divê Bayern bike ne ev e. Reaksiyon nîn e, têkoşîn nîn e, hewldan nîn e... Ez gelek kêm caran rastî tiştek wisa hatim."
Teknîk Dîrektor^ğe 25 salî Nagelsmaan di sala 2021'ê de hatibû ser kar û heta 2026'an peymana wî hebû.
Li gor nûçeyên hatine belavkirin Bayer Munih dê tîmê teslîmî teknîk dîrektor Thomas Tuchel bike.