Diyarname
Piştî îstîfaya Taner Taştin ev hefteya diduyan e Amed Spor li teknîk dîrektorekî digere. Û îro encam hat girtin. Rêveberiya Amed Sporê îro ligel teknîk dîrektor Taner Akcan li hev kir û îmze avêt.
Hat gotin ku Ahmet Akcan ligel tîma mezin dê bala xwe bide ser tîmên jêrîn ên Amedê jî. Alîgirên Akcan di rojên pêş de dê bêne eşkere kirin.
Amed Spor niha di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de dilîze û rewşa wî zêde ne baş e. Amed Spor ku bi parolaya şampiyoniyê dest bi salê kir niha di hefteyan 11'an de (maçek wê kêm e) bi 15 pûanan di rêza 11'an de ye.
Ahmet Akcan kî ye?
Teknîk Dîrektor Ahmet Akcan di sala 1958'an de li Bursayê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de li Galatasaray antrenorî kiriye. Akcan demek cîgiriya Kart-Heinz Feldkamp û Mustafa Denizli kiriye. Dema li Galatasaray antrenor bû tîm 5 caran bûye şampiyon, 4 caran Kûpaya Tirkiyeyê bi dest xistiye. Wî bi rêzê teknîk dîrektoriya Konya, Karabuk, Bursa, Trabzon, Mardîn, Eskişehirê kiriye. Dûre di sala 2007'an de carek din li Gatasaray Antrenorî kiriye û ji wir di sala 2010'an de bûye Teknîk Dîrektorê Ordusporê, lê tenê pênc meh dom kiriye û heta 2015'an betal maye. Di sala 2015'an de bûye Berpirsê Teknîkî yê Pêşketina Cawinên Galatasaray û salek ev kar kiriye. Ev salek e jî betal e.
Roja maça ligel Etimesgut diyar bû
Di vê navberê de maça Amed Spor û Etîmesgut Bld Sporê ji ber xetaya hakêm hatibû betalkirin. Lîstikvanê Etimesgut du qertên zer girtibûn lê hakêm qerta sor nîşan nedabû. Paşê li ser îtîrazê Amed Sporê TFF maç betal kiribû. TFF'ê biryar da ku roja 6'ê berfanbarê ev maç li Stada Amed Sporê li Şilbeyê ji nû ve bê lîstin.


