Diyarname
Li gelek bajarên kurdan, li gelek navçeyan hema li her derê gotinên "Ne mutlu Turkum diyene" (Çi serbilindiye mirov bibêje ez tirk im) hatine daliqandin. Li Pasûra Amedê jî. Şaredarî ev tabela ji holê rakir.
Li Taxa Turgut Ozal, li ser rêya Mûş-Amedê tabelana "Ne mutlu Turkum diyene" bi salan bû daliqandîbû lê gel jê aciz bû. Erebeya îtfaiyeya şaredariyê hat pêşî tabela boyax kir, dûre daxist. Piştî Derbeya Leşkerî ya 1980'ê ev tabela hatibû daxistin. Hevserokên Şaredariyê yên Pasûrê Metin Dinar û Sadiye Surer Baran daxuyaniyeke nivîskî weşandin û got: "Em daxwaza gelê navçeyê anî cih. Em her gava ku li Pasûrê biavêjin emê bi gel bişêwrin û biavêjin."