Sîdar Jîr
Carinan mirov hin tiştinan dike, encamên wan tiştan/bûyer û kiryaran piştre xwe didin der. Niha jî piştî nivîsa Yeqîn H. a bi navê “Dosyaya “kovargeriya kurdî” ya W’yê” ku di roja 31.03.2013’yan de di malpera diyarname.com’ê de hatiye weşandin ku min wekî heqaret û biçûkdîtinekê li hemberî xwe û nivîs û pênûsa xwe dît, ji ber rêzgirtina li hemberî keda xwe ez neçar mam bersivê bidim.
Belê, her wekî ku hûn xwînêrên kurdî jî dizanin, bi navê “ZEND û bendên kovargeriya Kurdî” di Kovara W’yê de dosyeyek hatiye amadekirin. Min jî li ser daxwaza edîtoriya kovarê û pirsa wan a derbarê serboriya “Kulîlka Ciwan” de nivîsa xwe ya li jêr nivîsî. Ecibandin an jî ne ecibandin bêguman tiştekî subjektîf e. Her kes ne neçar e ku nivîsekê biecibîne. Ev li hêlekê, lê belêêê… Zimandirêjî û heqaret ne li hêlekê ye! Yanî kî çi bibêje û neheqiyê bike û ya wan ji wan re bimîne jî nabe. Divê em hedê xwe jî bizanin, divê em bizanibin ku gotina me heta ku derê diçe û divê em hesab bikin ku hin kesên ku gotinên me heq nakin jî wê ji bêhna genî ya tiştên binhişê me aciz bibin û bi nivîsên gotinên mirov ên nexweş bi mirov bidin daqurtandin.
Bêguman, divê derbarê kovara Kevanê de jî ji hinekan nivîs bihata xwestin û wan jî wekî berpirsên wê kovarê di dosyeyê de bi nivîsên ciyê xwe bigirtana, lê ne bi vî awayê ku “hertiştzan” û heqaretwarî nivîsîye yek ji berpirsên wê kovarê. Divê bê bîra we ku Yeqîn H. yek ji berpirsên kovara ‘Kevan’ê bû, lê mixabin di dosyeyê de nivîs derbarê kovara bi navê Kevanê ku li Mêrsînê bi kurdî weşan dikir de nîn e. Xwezî ku hebûya û xwezî kêmasî tenê ne Kevan bûya û mirov dikare bi hêsanî bibêje xwezî pirs û daxwazên derbarê dosyeyê de bêhtir bi baldarî bihatana amadekirin.
Îcar Yeqîn H. dikaribû hinekî din jî baştir bixwenda, ji nivîsan fêm bikira, dikaribû bipirsiya û hîn bibûya ka sedema ku nivîskarekî çima qala hemûûûû kovargeriya kurdî nekiriye û paşê çend gotinên wî hebûya dikaribû bigota. Dikaribû bipirsiya “Sîdar Jîr te çima ji Hawarê û beriya Hawarê ve hilnedaye dest û te çima qala ‘Kevan’ê nekiriye û her wisa te çima ji Kulîlkê dest pê kiriye, bi Kulîlka Ciwan dewam kiriye û tu li W’yê sekiniyî? Lê ne bi gotinên “qal û belaya xwe ve-gotiye” û reklama xwe kiriye!” Ev gotinên wî yên hanê jî hinekî dide der ku mesele çi ye. Yanî dikaribû hinekî dev ji “hertiştzan”iya xwe berda û lê bifikiriya, ku ew cewher hebûya. Dibe ku kesên din ên nivîsîne vê gotinê qebûl bikin û ragirin, lê sedî sed li ser wê baweriyê me ku min heq nekiriye û tu caran vê neheqiyê li hember xwe qebûl nakim û ez ê efû jî nekim!
Gelo, dema wekî edîtor û berpirsê kovarekê derbarê serboriya wê kovarê de ji min were xwestin ku nivîsekê binivîsim, divê ez ji Celadet Elî Bedirxan û Hawarê dest pê bikim? Bêguman ez ê qala kovara ku tê pirsin bikim.
Di roja îroyîn de, li ser wê baweriyê me ku xwendevanên kurdî jî dikarin gelek tiştan ji hev derxin û her kesî li gorî giraniya wan biwezinînin jî û dubare dibêjim min ji ber rêzdariya xwe ya li hember keda xwe û pênûsa xwe ji neçarî ev bersiv da.
Nivîsa min a ku li gorî cenabê Yeqîn H. ku dibêje; “qal û belaya xwe ve-gotiye” û reklama xwe kiriye!” ev e û kerem bikin hûn êdî birayarê bidin;
DU KOVARÊN KURDÎ JI NAVA RÛPELÊN FANZÎN(KULÎLK)EKÊ DERKETIN; KULÎLKA CIWAN Û KOVARA W*
Deh sal bere, di 5’ê Gulana 2003’yan de kulîlkeke bi navê Kulîlka Ciwan aj da.
Di serî de divê bibêjim ku “Kovara W” wekî kovar, berdewamiya “Kulîlka Ciwan” e û Kulîlka Ciwan jî berdewamiya “Kulîlk”ê ye ku Kulîlk yekemîn fanzîna bi Kurdî bû û du hejmar di sala 2002’yan de hatibû belavkirin.
Di dema ku yek ji parçeyên herî mezin ê kovargeriya Kurdî ya li Bakur, Rewşen/Jiyana Rewşen sekinîbû de, du ciwanên Kurd li Amedê, bêyî ku piştgiriyê ji tu sazî, kes dezgeh û rêxistinên Kurdan û yên ne yên Kurdan werbigirin zend û bend badan û ketin nava hewldana derxistina kovereke çandî, wêjeyî û hunerî. Yek ji wan ciwanan Deştî Rewşen bû û yê din jî ez bûm.
Lê divê neye jibîrkirin ku yekemîn fanzîna bi rêk û pêk a Kurdî jî bi navê “Kulîlk” ku di sala 2002’yan de ji aliyê me haman kesan ve dihate amadekirin û belavkirin, bû bingehek ji bo derketina Kulîlka Ciwan.
Bi kurtasî bibêjim ku dema serlêdan û wergirtina “destûrê” ya ji bo derxistina kovarê gelekî dijwar bû ji bo me. Gelek sedemên vê yekê hebûn ku dijwar be. Li welat kovarên bi wî rengî tunebûn û pergala heyî jî nedixwest em din ava hewldaneke wisa de bin. Ji ber ku dizanîbûn ku piştî me, ew ê gelekên din li pey me werin û di ciyekî de ew ê ji bo “wan” bibe şikestinek. Dibe ku Kulîlka Ciwan bibûya navendeke ku pergala heyî qet nedixwest pêk were jî… Ji lew ra di sergotara hejmara xwe ya yekemîn de, Kulîlka Ciwan diyar kiribû ku ew ê li ser kîjan keleporê bidomîne. Di sergotarê de wisa dihate gotin; “ … her wiha me ji weşanên xwe yên heyî bêguman hêzek girt. Lê belê, li gorî bîr û baweriya me, bi derketina kovara Kulîlka Ciwan re em ê karibin hêza weşanên xwe xurtir bikin û bi her awayî piştgiriyê bidinê. Ligel vê yekê jîem Kulîlka Ciwan di warê wêje, çand û hunera Kurdî de wekî hêzeke katalîzor dibinin, lewre em Kulîlka Ciwan ji dilê Mezopotamyayê direşînin ser vê erdnîgariyê…” Her wisa wekî edîtorê Kulîlka Ciwan, di hevpeyvîneke xwe de jî min wisa gotibû; “… Bêguman me hay ji “Rewşen”a xwe û “Jiyana Rewşen”a xwe heye, lewma jî hemû armanaca me wê ew be ku em nifşê nû, nifşekî ku ji wê keleporê neqete biafirînin an jî em bibin wek pireke ciwan di navbera nifşê nû û kelepora wan a nêz û dûr de û bêguman “Rewşen” zanîngeh û qiblegeha me ye…” Bi vê şiyarê Kulîlka Ciwan dest bi weşana xwe kir.
Digel hemû astengiyan du armancên sereke yê Kulîlka Ciwan hebû; Yek jê rêlibervekirina navên nû û ciwan bû û ya duyem jî di tunebûna kovarên Kurdî yên wêjeyî de dagirtina qadekê bû li gorî hêza xwe. Wekî yek ji edîtor û redaktorên kovarê bi raya min em gihîştin her du armancan jî û em bi ser ketin. Ji ber ku wê demê kovarên Kurdî nîn bûn û Kulîlka Ciwan ji aliyê du ciwanên Kurd ên xwendekar ve hate derxistin di nava ciwanên Kurd de bi hejmara xwe ya yekemîn re(zemîn amade bû ji ber Kulîk’ê) kete rojeva xwînêr û xwendevanên li zanîngehên cur bi cur. Ya din jî wêjekarên Nifşê Rewşenê yan jî yên beriya Rewşenê jî bi nivîsên xwe di Kulîlka Ciwan de cî girtin. Ji Arjen Arî, Ehmed Huseynî, Berken Bereh, Serkeft Botan, Rênas Jiyan, Yaqob Tilermenî, Kawa Nemir, Dilawer Zeraq, Mem Bawer, wekî edîtor nivîs(çîrok, hevpeyvîn û werger)ên min û heta xwe digihîne ji nifşê nû Amed Çeko Jiyan, Elîxan Loran, faysal Ûsiv, Deştî Rewşen, Nenas Dilda, Bertav Rizgar, Jînda Ozden, Derwêşê Lal û gelek kesên ku niha navê wan nayê hişê min…
Bi vî awayî Kulîlka Ciwan gihîştibû armanca xwe. Gelek kesên ciwan bi nivîsên xwe yên pêşîn di kovarê de cî girtin û her wisa ligel helbest, çîrok û gotarên nifşê berî xwe, xwe di nava heman rûpelan de didîtin. Vê yeke jî kir ku sînerjiyek derkeve holê. Her wisa piştî derketina Kulîlka Ciwan kovara ciwanên Zanîngeha Dîcleyê ya bi navê “Tîgrîs”ê jî beşeke kovarê ji Kurdî re veqetand û çend kovarên din ên herêmî jî bi Kurdî dest bi weşana xwe kirin.
Di demeke gelekî krîtîk de kovareke bi wî rengî gelekî hewce bû. hemû hewldan ji bo kovareke Kurdistanî bû, ji lewre me hejamara xwe ya pêşîn, ji bilî amadekirina çapê, her wiha me li Kurdistanê çap jî kir. Ji lew re me digot “em kulîlkan ji dilê Mezopotamyayê direşîn ser vê erdnîgariyê.” Lewma jî ya herî baş wê ew bûya ku me li welat çap bikira.
Kovara Kulîlka Ciwan ji aliye xwe yê teknîkî ve ne kovareke gelekî balkêş bû. ew rastiyek bû, lê divê nehata jibîrkirin ku her tişt bi derfetê du xortên ku hê xwendekar bû dihate derxistin. Gelek caran bi henekî me din ava xwe de digot, “Dema Celadet Elî Bedirxan Hawar derdixist, ew mîr bû, çakêtê wî pere dikir ku bifirota dikarîbû pê hejmarek derxista.” Me dizanî ku çakêtê me pere jî nedikir, lê me bi xerciya xwe ya xwendekariyê dida meşandin.
Lê çend tiştên gelekî balkêş bûn û bi rastî hê jî min sedî sed wate nedayê wan hebûn di dema derxistina Kulîlka Ciwan de. Yek jê; Kulîlka Ciwan diçû hemû Bakurê welêt, ligel vê diçû metropolên Tirkiyeyê yên wekî Stenbol, Mêrsîn, Edene, Enqere, Antalya, Îzmîr, Eskîşehîr, Kocaelî. Bêguman ev yek di ser xwendekarên zanîngehan re pêk dihat û heta ciyekî dihate fêmkirin. Tiştê k udi vir de balkêş ew bû ku kovar ji wan deran jî dihate xwestin û nêzî 300 nusha kovar li van bajarên derveyî Kurdistanê dihate belavkirin ku niha kovarên Kurdî li wan bajaran ew qasî nayê belavkirin. Tiştekî din jî hebû ku ew jî balkêş bû, me bi hezar zehmetiyên aborî kovar derdixist, lê me buroyek ku mirov bikaribe bi rehetî lê bixebite ji bo kovarê vekiribû û bi qasî heqê çapkirinê jî me dida kirêya buroya kovarê . Li gorî baweriya min(ku me ev yek qet nîqaş jî nekiribû) ev yek jî ji bo ku kesên ku serdana Kulîlka Ciwan û kovara tekane ya wê demê ya Kurdî bike, da ku em bi dilxweşî bikaribin wan li “Kulîlka Ciwan” pêşwazî bikin. Ev pêşwazîkirin bi rastî jî bi dehan caran pêk hat û wan pêşwazîkirinan dikir ku em bêhtir li kar sor bibin û bêhtir bixebitin.
Kulîlka Ciwan bi hejmara xwe ya yekemîn di 5’ê Gulana 2003’yan de gihîşt ber destê xwendevanan û du salan li ber xwe da.
Dema ku em van hemûyan bidin hêlekê jî, em niha dibinin ku Kulîlka Ciwan li Bakur rehên xwe berdaye nava wêjeya Kurdî. Tişta herî şênber a vê yekê jî ew e ku piştî bi awayekî hiquqî û aborî pirsgirêkên mezin derketin, me wekî edîtoriya Kulîlka Ciwan piştî hejmara 5’an(ev hejmar hate amadekirin, mizanpaja wê hate kirin, lê li ser kaxezê wekî Kulîlka Ciwan nehat çapkirin) me biryara navberdayînê da weşana kovarê da ku em li riyeke dîtir bigerin.
Piştî gelek nîqaş û hevdîtinên gelekî girîng me biryar da ku em navê Kulîlka Ciwan bidin aliyekî û rawestandin û bi navekî din weşana kovarê bidomînin. Demeke dirêj me 13 nivîskarên Kurd biryar wergirt ku em wekî berdewamiya Kulîlka Ciwan û dîsa bi edîtoriya min kovareke din derxin. Piştî wê dema dirêj ku me nîqaş kir, li ser navê “Kovara W” me li hev kir û wekî encam bi edîtoriya min û Dilawer Zeraq Kovara W dest bi weşana xwe kir û hin nivîsên hejmara amade lê neçapkirî yên Kulîlka Ciwan jî me radestî edîtoriya Kovara W’yê kir. Yek ji wan nivîsan kum in gelekî girîngî didayê, hevpeyvîneke ku min beriya Kovara W’yê dest bi weşana xwe bike ji bo Kulîlka Ciwan pêk anîbû, hê jî li ber destê min e û neçapkirî ye.
Dema ku em van hemûyan didin ber hev û didin ser hev, Kulîlk, Kulîlka Ciwan û Kovara W dide xuyakirin, ku hewldana Kulîlka Ciwan niha îro bûye yek ji hêza herî xurt a kovargeriya me ya heyî.
Baş bû ku me di şeveke sar a Amedê de biryara derxistina fanzîneke xwerû Kurdî li maleke xwe ya xwendekaran de da û me di Kurdî de bi Kurdî serhişkî kir.
*Ev nivîs di hejmara 46’an a Kovara W’yê de hatiye weşandin.
***
Nivîsa Yeqîn H. û nivîsa li ser Kovara W:
- Dosyaya “kovargeriya kurdî” ya W’yê
- W li ser kovargeriya kurdî radiweste