AMED
Koma Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika xwe “Xwezgînî” di 11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navnetewî ya Moskowayê de derket pêşberî temaşvana.
Li Salona Şano ya Jarptisa (Simurg) de lîstik hate lîstin û
Serokê Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muharrem Cebe, Serokê Saziyên Çandê yên Kurdan li Moskowa Mêrabî Şamoyev, Serokê Hiqûqa Kurda Mezopotamya li Moskowa Refîqê Kamil, Ferhat Fetî, gelek nûnerên saziyan û gelek kesî lê temaşe kir.
Dîrektorê Vera Andreyevna di festîvalê de axivî û got: “Li Rusya gelek kêmnetew tevlî festîvala me dibin, lê kurd cara yekem e bi lîstokên ji welatê xwe di vê festîvalê de amade dibin. Ev yek ji bo me gelek girîng e.”
Muharrem Cebe jî der barê xebatên wan ên çandî yên ku di bin banê şaredariyê dikin agahî da temaşevanan.
Lîstoka Xwezgînî ku ji aliyê Şalîko Bêkes ve hatiye nivîsîn têde Kemal Ulusoy, Rêzan Kaya, Ozcan Ateş û Şalika Bêkes têde dilîzin.