Diyarname
Ji bo 30'ê adarê 2 roj man. Hûnê çawa dengê xwe bidin, kîjan zerfê bikar bînin, dengên ji bo serbixweyan çawa ye? Vane hemû agahiyên il ser hilbijartinê
- Di hilbijartinê de 48 mîlyon û 6 hezar û 650 hilbijêr dê li ser 177 hezar û 50 sindoqî dengan bidin.
- Kesên ji bo dengdayînê herin cem sindoqê divê di nasnameya wan de Nimreya TC (Komara Tirkiyeyê) hebe. Hatibû îdîakirin ku yên ku neçûne leşkeriya tirkan dê di dema dengan de bêne binçavkirin û wan bişînin leşkeriyê. Wezîrê Parastina Tirkiyeyê ragihand ku tiştek wisa nîn e.
- Li bajarên Kurdistanê û li bajarên Karadenîzê saet di navbera 07-16.00'an de deng tê dayin. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê saet di navbera 08-17.00'an de.
Li bajarên mezin
- Hilbijêrên di sînorên Bajarên Mezin de dijîn dê ji bo Hilbijartina Şaredarê/a Bajarê Mezin, ji bo Meclisa Giştî ya Bajêr, ji bo şaredar û meclisa şaredariyê ya navçeyên û ji bo muxtar denga biavêje,
Li bajaran
- Yên li navenda bajar, navçe û beldeyan dijîn dê ji bo Şaredarê/a Bajêr, meclisa giştî ya bajêr, endamên meclisa şaredariyê û ji bo muxtarên taxan denga bidin. Yên ku li gundan dijîn jî dê tenê ji bo endamê Meclisa Giştî ya Bajêr û muxtar dengan bidin.
- Di pisûlaya dengdayînê de dê li jor logo û navên "Partiyên Siyasî" bi rêzê, ger hebe berendamên serbixwe navên wan jî dê wekî "Berendamê Serbixwe" hebe û yên ku deng bidin dê mohra xwe li bin wan (kîjan partî, yan serbixwe bixwazin) bixin. Di pisûleyê de dê navê berendamê şaredarî yê li ser partiyan jî hebe.
Navên endamen meclisên giştî yên bajêr û meclisên şaredariyê di pisûlayê de nebin, tenê logoya partiya wan dê hebe.
Bajarên mezin
- Ev bajar di statuya Bajarên Mezin de ne: Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Entab, Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balıkesir, Bursa, Denizli, Erzerum, Eskisehir, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş. Kayseri, Kocaeli, Konya, Meletî, Manisa, Mêrsin, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Tekirdag û Trabzon.
Partiyên beşdar
- Di vê hilbijartinê de 26 partiyên siyasî beşdar dibin. Ji bo rêza wan pişke hat kişandin. BDP'ê di rêza 20'î, HDP'ê di rêza 23'yan de cih girt. AKP di rêza 10'an, CHP di rêza 24 û MHP'ê di rêza herî dawî, rêza 26'an de cih girt.


