Diyarname
Amedspor îro li deplasmanê li Bandirmayê bû mavên û bi 1-0 bi ser ket.
Piştî serketina hefteya çûyî, îro maça Amed Sporê girîng bû; hem ji bo berdewamkirina serketinan, hem ji bo moralê. Û li aliyê din Amed Spor û Bandirma Spor di asta hev de ne. Di rewşeke wisa de serketin û girtina 3 pûanên îro girîng bûn. Amed Spor li Bandirmayê di deqîqeya 2'yan de bi gola Adama Traore 1-0 derket pêş û heta dawî ev serketina xwe parast.
Di deqîqeya 84'an de ji Bandirmayê Atinç Nukan qerta sor dît.
Bi vê serketinê Amed Sporê di dawiya hefteya 5'an de bi 8 pûanan di rêza 5'an de cih girt.
Amed Spor hefteya pêşiya me wê Bolu Sporê bike mêvan.