DÊRSIM
Ji kadroyên pêşeng yê PKK’ê Mazlum Dogan di 32’mîn salvegera ji dest dayîna jiyana xwe de li Gundê Temam, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Rêxistina BDP’a Dêrsimê ji bo Mazlum Dogan li ser gora wî a li Gundê Temam yê li ser sînorê Elezîz-Dêrsimê merasima bibîranî lidar xist. Di bîranînê de ligel xizmên Mazlum Dogan, Komeleya Piştgirî û Alikariya bi Malbatên Mezopotamya yên ku Xizmên xwe winda kirine (MEYA-DER), Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Melazgirê Meral Gundogan, Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajaroka Akpazarê Huseyîn Çetînkaya li gel endamên rêxistinên navçe û bajaran yên BDP’ê yên Dêrsimê amade bûn.
Di bîranînê de pankarta “em bi ronahiya Mazlum Doganên ku tarîtî ronî kirine ber bi azadiyê ve diçin” hat vekriin û wêneyên Kemal Pîr, Sakîne Cansiz hatin hilgirtin.
Bîranîn bi belavkirina niyaza a ji bo Mazlum û Delîl Dogan bi dawî bû.