Diyarname
Romana nivîskar Dilșad Mûtî ya bi navê "Rêya Kadizan" derket. Naveroka romanê derbarê serpêhatiyên ciwanekî kurd yê bi navê Mêvan ku ji Botanê diçe metrepolên Tirkiyeyê dixwîne. Qehremanê romanê yekem car ji welatê ku lê mezin bûye dûr dikeve. Digel jiyana xwendekariyê ku xeyala wî bû, dikeve nava xirecira komên cemaetên olî û siyasî de jî. Ew bi vî awayî dikare bibe șahidê rastiya van cemaet û koman. Roman bi gelemperî rûbirûmayîna ciwanên kurd yên ji bo xwendinê ji bakurê Kurdistanê diçin metrepolên Tirkiyeyê dide nîșandan. Her wiha naveroka romanê ji gengeșiya siyasî ya niha li Tirkiyeyê ya di navbera hikumet û cemaeta Fethûllah Gulen ne dûr e.
Romana ku bi kurdiyeke fêmbar û zimanekî herikbar hatiye nivîsandin, ji weșanxaneya Nûbiharê hat weșandin û ji 254 rûpelan pêk tê. Her wiha di dawiya pirtûkê de du rûpelên ferhengok jî hatine çapkirin û bi vî awayî xwîner dikarin li vir çav li têgehên ku fêm nakin bigerînin.
Nivîskar Dilșad Mûtî ku ji gundê Bafê yê bi ser Hezexa Șirnexê ye, di sala 2002‘yan de dest bi nivîsandina vê romanê kiriye. Lê belê di nava demê de ew koçî Almanyayê dike û neçar dimîne ku navberê bide romana xwe. Ew xwendina xwe ya zanîngehê di sala 2010‘an de li Almanyayê diqedîne, dûre jî romana xwe li ser qalibê destpêkê bi dawî dike.
Romana "Rêya Kadizanin" dikare li welêt û Tirkiyeyê ji pirtûkfiroșan û li Almanya û welatên din yên Ewropayê ji nivîskarê pirtûkê Dilșad Mûtî werin xwastin.
Rêya Kadizan / Dilşad Mutî / Nûbihar / Roman / 254 rûpel / Sala weşanê: 2013


