logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji nivîskarên Diyarnameyê pêşniyarên ji bo xwendina pirtûkan

Havîn hat. Gel diçe betlaneyê. Nivîskarên Diyarnameyê jî ji bo di betlaneyê de bêne xwendin pirtûkan pêşniyar dikin.

  • Dîrok: 29/06/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Havîn hat. Gel diçe betlaneyê. Nivîskarên Diyarnameyê jî ji bo di betlaneyê de bêne xwendin pirtûkan pêşniyar dikin.

Pirtûk her dem têne xwendin, lê dema kar û bar zêde dibe xwendina pirtûkan jî hinek piştguh tê kirin. Niha havîn hat û pêre jî serdema betlaneyê. Di vê serdema betlaneyê de me jî xwest em hin pirtûkan pêşniyarên pirtûkhezan bikin, belkî ji bo xwendina wan kedeke me jî çêbe. 

Ji bo vê jî me serî li nivîskarên Diyarnameyê dan û ji her yekî navê 3 pirtûkan xwest. Bi vî awayî me yê ew pêşniyar bikira. 

Hemû nivîskarên Diyarnameyê wekî fikreke xweş lê mêze kirin, lê hinan got ‘ez nikarim sisêyan hilbijêrin, zêdetir çênabe?’ Ê min bixwe jî min dixwest du pirtûkên din (du nivîskarên din) li vê 3’yan bikim, lê biryar teqez bû û me di 3’yan de biryar da. Digel vê jî Yeqîn H. bi ya xwe kir û sînor derbas kir.

Her wiha me ji nivîskarên xwe xwestibû ku bi çend rêzikan bibêjin ka çima ev sê pirtûk, hinan got, hinan negot lê ne xem e.

Pêşniyara navan di heman demê de meyla nivîskaran jî derxist holê. Di dawiyê de lîsteyeke wisa derket. Divê ez bibêjim hin pirtûkên ku min bi xwe nexwendine jî derketin ku ezê jî wan li lîsteya pirtûkên xwe yên xwendinê yên havînê bikim. Bi hêviya ku dê bi dilê pirtûkhez û xwendevanên Diyarnameyê be, fermo pêşniyarên nivîskarên Diyarnameyê (Navên nivîskaran li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin):

Cemil Oguz:

1- Metamorfoz / Yapob Tilermenî / Çîrok

2- Auslander Beg / Helîm Yûsiv / Çîrok

3- Gulê / Berhevkar: Hilmi Akyol / Çîrokên Gelêrî

Min terciha xwe ji her sêyan jî ji çîrokan kir. Çîrok her evîna li ber dilê min in. Bi ya min divê her kes xwedî çîrokek be. Her kes bila di tûrikê bîra wî/ê de çîrokek hebe ku di her civatê de, her ku pêdivî pê dît derxe û dîwanê germ bike. Û ji nav van her sê çîrokan jî bi taybetî ez “Gulê” ya gelêrî derdixim pêş.

Cîhan Roj:

1- Folklora Kurda / Heciyê Cindî

Sedemê pêşniyarkirinê ev e ku di kitêbê de jî hatiye destnîşankirin: "xweşîpêkirinên (mesqeretiyên) Melle Nasredîn, ku Heciyê Cindî ji zarê zarbêja berev kiribûn, cara yekemîn têne weşandinê."

2- Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan / Îhsan Culemêrgî / Roman

Sedem: Derfetên derbirînên kurmancî gelek vedihewîne.

3- Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî / William Butler Yeats / Ji îngilîzî werger: Kawa Nemir / Helbest

Kurmancî helbestên Yeats bi delalî pêşwazî kiriye.

Çiya Mazî:

1- Êvara Perwaneyê / Bextiyar Elî / Roman

 Ji bo ku ev raste rast romanek kurdî ye û dest davêje êşek qedexe ya eşîrî olî û jin û mêrîtiyê.

2- Berbiska Zer / Omer Dilsoz / Roman

 Ji ber ku hestiyên mirovên kurd bûye hêmayek bêhempa û êşên ku bûne hestî li ser axa Kurdistanê.

3- Sergotina Calvîno / Yaqob Tilermenî / Roman 

Ji bo hiş û tevliheviya jiyanê dawî dawî wekî sergoyekî tomar dibe.

Dawûd Rêbiwar:

1- Mem û Zîn / Ehmedê Xanî / Amadekar: Huseyn Şemrexî

2- Pêşangeha Sûretan / Îrfan Amîda / Roman

3- Asûs / Mehmet Dîcle / Çîrok


Hekîm Sefkan:

1- Soryaz / Diyar Bohtî / Roman

Di van her du cildan de, mirov dikare pir tiştên girîng bê. Navên gihayan, navê deveran, navê tiştan... Pir hûr nav û reng bi karanîne, bi hostatî hûnandine.

2- Auslander Beg / Helîm Yûsiv / Çîrok

Piskolojya xerîban û bi taybetî a kurdan li Ewropa bi rengekî komedî- trajîk bi hostayî hatiye hûnandin..

3- Mem û Zin a Ehmedê xanî / M. Emîn Bozarslan

Helîm Yûsiv

1- Govenda li ber mirinê / Bavê Nazê / Çîrok

2- Labîrenta Cinan / Hesenê Metê / Roman 

3- Berhemên Giştî / Ehmed Huseynî / Helbest

Min ev pêşniyar ji beşên cuda yên wêjeyê kirin, ji ber ku her cureyeke wêjeyê çêjeke wê ya taybet heye û pêdiviya giyanê mirov bi xwendina hemûyan heye.

Çîrokên “Govenda li ber mirinê” nimûneyeke çîroka kurdî ya nûjen e ku bi koka civaka kurd ve girêdayî ye û li ser bingeheke nûjen avabûye.

Romana Labîrenta Cinan vê rastiya tal tîne bîra mirov, ku li hember pêlên nezanî û paşdemayîna civakekê, mirovek bi tena serê xwe nikare li ber xwe bide. Di vê romanê de diyar e bê kî dikare kê biguhere û kî zora kê dibe.

Helbestên Ehmed Huseynî jî dikarin bibin bêhnvedaneke xweş bi hêz û xweşikbûna zimanê kurdî re, wisa jî bi bedewiya bejn û bala peyva kurdî re, dema ku bi kulîlkên êşeke giran û tîr ve bêne xemilandin.

Îsmaîl Dîndar:

1- Gulên Şoran / Eta Nehayî / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman

2- Hotel Europe / Ferhad Pîrbal / Roman

3- Nara / Memet Dicle / Çîrok

Kazim Polat:

1- Barê Şevê / Fawaz Husên / Roman

Min bi kêfxweşî xwendibû ji bo ku zimanê (kurmancî) vê pirtûkê pir zelal û herikî bû. Avakirina pirtûkê jî serketî bû.

2- Apê min Cemşîd şan ku hertim bê ew li ber xwe dibir / Bextiyar Elî / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman

Hertim bê ew li ber xwe dibir e. Ev pirtûk jî ji soranî hatiye wergerandina kurmancî ku avakirina pirtûkê gelek balkeş û qewîm e. Bi fantaziya xwe Bextiyar Elî rastiyên ku em kurd sî çil sal in dijîn bi temake wejayî nîşan dide.

3- Tolstoy – Zweig / Werger: Osman Ozçelik / Teksta Şanoyê

Sêyêm pirtûka ku min xwed û ez pêşniyar bikim wergereka teatroyê ye. Ji bo yên dixwazin felsefeya Tolstoy fêm bikin ez pêşniyar dikim. Tolstoy di vê metna xwe de jiyana xwe rêxistiye ber çavan. Ev metna tiyatroyê di dema Tolstoy dijî de neqediye ye û Zweig beşa 5’an li gorî jiyana Tolstoy nivîsiye.

Rifat Arya:

1- Hawarî / Heciyê Cindî

2- Napolyon û Selahheddin / Osman Sebrî

3- Li Dêrê / Hesenê Metê

Ronî War:

1- Maria Melekek Bû / Firat Cewerî /Roman

Romanek psîkolojîk e, êş û azarên ku gelê me kişandiye; çi hatiye serê wan têde heye, hem jî romanek evînê bi formek nûjen hatiye nivîsîn û herikbar e.

2- Lawikê Xerzî / Mahmûd Baksî / Çîrok

Ji dinya û çavên zarokekî çîrokên balkêş in!

3- Li dû xezalekê / Receb Dildar / Çîrok

Çîrokên eşqê ne ku cih û warê wan kuçe û kolanên Amedê ne!

Yeqîn H.

- 1’em; ev xwendin dikare ji “Êvara Li Ber Pencereyê” ya Serhat Hemdem dest pê bike, bi Osman Mehmed re “Li Dor Kêvjalan” li hev xweş bigere û di gava sêyem de jî ev xwendin dikare deng û awirekî dêrîn bide “Sûretsûfê”ya Fêrîkê Ûsiv.

- Bijarka 2’yem; bi "Dozdeh Çirk"ên Sîdar Jîr dest pê bike, bê di gêjgerînekên "Çîroka Çîrokan" a H.Kovan Baqî de vegevize û “Di Tuwaletê De” ya Rênas Jiyan bi pêrgî xwebûna xwe bê. 

- Her wiha ya 3’yem; “M” ya Şêrzad Hesen.

Zeki Ozmen

Mirov di jiyana xwe de gelek pirtûkan dixwîne lê kargeriya hinek ji wan pirtûkan nayên jibîrkirin. Ez van pêşniyar bikim:

1- Dimdim / Ereb Şemo / Roman

Di vê de mirov dibe rêvalê qehremanên rasteqîn yên dîroka kurdan û wê demê dijî. 

2- Gava ku masî tî dibin / Helîm Yûsiv / Roman

Di nava wêjeya kurdî ya min derbarê têkoşerên Bakur de heta niha xwendî ne, ya herî zêde ez di nava hest û hestewariyê de gevizandime ev roman e.

3- Bîra Qederê / Mehmed Uzun / Roman 

Romana ku di zarokatiya min de ez teşwîqî xwendina bi berhemên bi kurdî kiriye

 

 

 

 

 

 

 

*****

 

 

 

REKLAM

 

 

 

Kovara DÎWAR hejmara xwe ya 6'an derxist.

 

Ji bo agahiyên berfireh: www.kovaradiwar.com

 

Ji bo nûçeyê:

- Di 'Dîwar'a nû de ji gelek aliyan ve 'Çîrok' 

 

 

 

 

 

 

 

 

  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

**** 

 

Dosyayek li ser 'Kurdistana Îranê'

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Çîroka bajarên wêrakirî' hat nîşandayîn

ad

Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş mir

ad

Hejmara nû ya "Wêje û rexne"yê derket

ad

Diyariyek din ji hikumetê: 5 hezar kesên din dikin cerdevan

ad

Îstatîstîkên TGS'ê

ad

Partiya Komunîst a Çînê: Emê ticareta lîberal teşwîq bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname