Diyarname
Di gotûbêja "Li ser çend taybetiyên edebiyata kurdî ya modern" de Remezan Alan îdîayeke cuda avêt holê: Wêjeya kurdî ya modern bi Hecî Qadirê Koyî dest pê dike.
Gotûbêja "Li ser çend taybetiyên edebiyata kurdî ya modern" ku ji aliyê Weşanên Peywendê ve hat organîzekirin êvara 1'ê mehê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar ket. Di panela ku Dawûd Rêbiwar bi rê ve dibir de rexnegirê wêjeyê Remezan Alan axivî.
Rezeman Alan heta niha yek jê roman (Saturn) sê pirtûkên wî (yên din "Bendname" û "Folklor û Roman" derketine. Alan ku wekî rexnegirekî wêjeya kurdî di qada wêjeya kurdî de xwedî giraniyekê ye, di gotûbêjê de li ser hin serdemên wêjeya kurdî û hin kesan axivî. Hecî Qadirê Koyî û berhemên wî, Evdilrehmanê Hekarî, Celadet û Kamûran Bedirxan û berhemên wan, Cegerxwîn û berhemên wî, Osman Sebrî û hin berhemên wî, hin ji mijarên ku bi taybetî Alan li ser sekinî bûn.
Metna modern: "Xakî Cizîr û Botan"
Remezan Alan qala sala 1881'ê kir û bi dorfirehî li ser helbesta Hecî Qadirê Koyî ya bi navê "Xakî Cizîr û Botan" sekinî. Alan wisa got: "Ew di helbestê de rexne li tembelî, li ser rewşa wê demê ya kurdan dike. Ew pêşengê edebiyata kurdî ye Ew bi vê helbestê dikare bibe pêşengê edebiyata kurdî. Ev helbest wekî keşkule ye, her tişt têde heye." Alan got ku Koyî hay ji Şoreşa Fransiz heye, çapemeniya Osmanî dişopîne û bi van mînakan jî îdîaya xwe piştrast kir ku Koyî hay ji modernbûna li dinyayê jî hebûye.
Di dema pirs û bersivan de hin mêvanên ku dijî vê fikrê derketin û Ehmedê Xanî wekî pêşengê wêjeya modern a kurdî parastin û gotin bi Xanî wêjeya modern a kurdî dest pê dike jî Alan ev îdîaya xwe parast. Alan her wiha got, "Destpêka edebiya kurdî ya modern Stenbol e" û ev îdîaya xwe wekî "ji ber ku tiştên nû li Stenbolê derdikevin" piştrast kir.
Her wiha Alan got ku di helbestê de miştbûna fikrê heye û di şanoya Memê Alan ku Evdilrehmanê Hekarî nivîsîye de jî heye û derbasî naveroka şanoya ku Hekarî nivîsî bû, bû. Alan wisa got: "Olperwerî, kurdperwerî, mêvanperwerî, namûs, ev di metna Evdilrehmanê Hekarî de hene."
Remezan Alan "Cim û Gulperî"ya Cegerxwîn jî girt dest û got ku di wê metnê de jî her tişt heye.
Alan got ku yê Koyî tenê dîwanek, yê E.Rehmanê Hekarî di kovaran de nivîsên wî hene lê tenê şanoyek wî hebûye, mînaka pexşana edebî li cem Cegerxwîn jî nîn e, ji ber sedema kêmnivîsandinê di metnên heyî de wekî keşkûlek hema her tişt têde hene, her tişt xistine kê.
'Dem hatiye ji dêvla peyamê xweseriya metnê hebe'
Rexnegir Alan di dema qala metnên rewşenbîrên kurdan ên berê kir, got ku ne mimkûn e metnên me apolîtîk bin, got ku di navbera 'xweseriya metnê' û 'peyam'ê de wan 'peyam' tercih kirine û ev gotin lê zêde kir: "Dem hatiye ku ligel peyamê otonomiya metnê jî li ber çavan bê girtin."
Piştî panela ku gelek eleqe lê hebû de, Alan pirtûkên xwe îmze kirin.