Diyarname
Ji nêrînên cuda 101 porsiyên ku temen derbas dikire bangek kirin: Bila hemû aliyên civakî di nav îtîfaqa demokrasiyê di cih bigirin.
Di daxuyaniya ku wan weşandiye de gitine "Em ji aliyên cuda, paşeroja cuda, siyasetên cuda tên; Em Porsiyên ku me salên dirêj li dû xwe hiştine, em bang li hemû mirovên ku dixwazin welatê me di nav rewşek adilane û azad de, aştî û aramiyê de bijî dikin, bi taybetî jî banga ciwanan dikin" û xalên bang kirinê jî wisa rêz kirine:
- Welatê me heta niha qet wisa di nav tarîtî, neheqî, bêhiqûqî, bêadeletî, xirabûna tevna civanî, li dinyayê tenêmayîn, bêîtîbar de nejiyabû.
- Zagona Bingehîn bi awayekî fiîlî hatiye rawestandin, daraza ku divê bêalî û serbixwe ba ketiye bin fermana Qesrê; hezên ewlehiyê jî bi vî awayî. Hemû saziyên ku bingeha Komarê ne yek bi yek hatine bêbandorkirin.
- Di rewşa li gor kêfa xwe birêvebirin de xalên biçûk ên ji demokrasî û hiqûqê mane wan jî têk dibin.
- Ewlehiya can û malên hemwelatiyan di bin tehdîdê de ne, mafên mirovan û azadiyan tune dihesibînin, saziyên pîşeyî bi desthilatdariyê ve girê didin, mafê agahiyê girtinê bi sînor dikin, mafê azadiya ramanê asteng dikin û van kirina yek bi yek li serê me dixin.
- Bi daxwazên fetihkar ji dêvla 'Li welat aştî, li dinyayê aştî' li hemberî heft diwêlan şer derdixin, bi pevçûnan neyartiyê gur dikin.
- Ya herî muhîm me dixin eniyên cuda cuda, tixumên xirab li nav me diçinin, par parçe dikin ku oldar, laîk, sunî, elewî, rastgir, çepgir, tirk, kurd, ciwan, extiyar li ber vê nesekinin.
- Em hemû di bin tehdîdê de ne, bila kes nebêje 'dest nadin min'.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku koalîsyona AKP-MHP'ê ji parçebûna muxalefetê sûde digire û wekî çareserî jî diyar kirine ku çare hemû hêzên li muxalefetê xeta xwe, hebûna xwe biparêzin û li ser rêzgehên bingehîn îtîfaqa demokraksiyê ava bikin.
Kesên îmze avêtine bin daxuyaniyê ev in:
Abdullah Nefes, Abdulbakî Erdogmuş, Ahmet Aykaç, Ahmet İnsel, Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Alî Bayramoglu, Alî Sîrmen, Altan oymen, Arîf Keskîner, Atîlla Dorsay, Aydin Cingi, Aydin Engîn, Ayşe Erzan, Ayşenur Arslan, Baskin Oran, Bînnaz Toprak, Bulent Ortaçgîl, Canan Arin, Celal Dogan, Cem Toker, Cengîz Aktar, Cengîz Çandar, Cîhangîr İslam, Coşkun ozdemîr, Dogan Bermek, Ercan Karakaş, Erdogan Aydin, Ersîn Kalaycioglu, Ersîn Salman, Ertugrul Gunay, Ertugrul Yalçinbayir, Eşber Yagmurderelî, Fatma Gok, Fatmagul Berktay, Fehmî Koru, Fîkrî Saglar, Fîlîz Alî, Genco Erkal, Gençay Gursoy, Gokhan Akçura, Gurel Tuzun, Hacer Ansal, Halîl Ergun, Hasan Cemal, Hayrî İnonu, Herkul Mîlas, İbrahîm Betîl, İbrahîm Sînemîllîoglu, İlhan Tekelî, Kazim Guleçyuz, Korkut Boratav, Marta Kalyoncu, Mehmet Hayrî Kirbaşoglu, Melek Ulagay, Meral Tamer, Meryem Koray, Morîs Gabbay, Murat Belge, Murat Karayalçin, Mujde Ar, Nadîre Mater, Nazar Buyum, Necmîye Alpay, Nesrîn Nas, Nesteren Davutoglu, Nurettîn Sozen, Orhan Pamuk, Orhan Sîlîer, Osman Ulagay, Oya Baydar, oget oktem Tanor, omer Madra, Peral Bayaz, Rakel Dînk, Reşît Canbeylî, Riza Turmen, Selçuk Erez, Serra Yilmaz, Suleyman Coşkun, Suleyman Çelebî, Şahîn Tekgunduz, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fîncanci, Şevket Pamuk, Şukran Soner, Şukru Aslan, Tarhan Erdem, Tarik Zîya Ekîncî, Tugrul Eryilmaz, Turhan Gunay, Tulîn Dursun, umît Aktaş, ustun Erguder, Vecdî Sayar, Veysî Dundar, Yaşar Okuyan, Yucel Erten, Zeynep Oral, Zîya Halîs, Zulfu Lîvanelî.