AMÛDÊ
Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Xweseriya Demokratik pêşnûmeya qanûnên hilbijartinê erê kir. Hate zanîn ku di encama civîna Meclîsê de biryar hatiye girtin ku heta 4 mehan amadekariyên hilbijartinan bi dawî bibin. Piştî 4 mehan li hemû Kantonên Rojavayê Kurdistan hilbijartin çê bibin.
Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Xweseriya Demokratik pêşnûmeya qanûnê hilbijartinê erê kir. Hate zanîn di encama civîna Meclîsê de biryar hate girtin ku heta 14 rêbendanê hemû partî, kesên siyasî dikarin beşdarî Meclisê bibin, Rêveberiyek Demî bi hemû Desteyên xwe bên avakirin û heta 4 mehan amadekariyên hilbijartinan bi dawî bibin. Piştî 4 mehan li hemû Kantonên Rojavayê Kurdistan hilbijartin çêbibin û Meclisa Çêkirina Qanûnan a Xweseriya Demokratik ya Daîmî û Rêveberiya Kantonan bê avakirin.
Meclisê di civîna xwe ya îro de şêweyê rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava jî diyar kir. Li gorî vê yekê sîstema rêveberiyê ji çar lingan "Meclîsa Çêkirina Qanûnan", "Rêveberî", "Edalet" û "Desteya Hilbijartinê ya Bilind" pêk tê. Her sê kantonên hatine diyarkirin jî wê bi 20 wezaretan bên rêvebirin.
Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşnûmaya, “Hevpeymana Civakî” erê kir. Di hevpeymanê de Sûriye wekî welatekî demokratîk tê binavkirin û Rojava jî wekî 3 kantonên girêdayî vî welatî tê binavkirin. Her wiha zimanên kurdî, erebî û suryanî wekî zimanên fermî yên Kantona Cizîrê hatin qebûlkirin, fêrbûna zimanên din jî hate mîsogerkirin. Dîsa tevlîbûna jinê ya di her warê jiyanê de, parastina mafê zarokan, karkeran û hawirdorê, aboriya civakî çend xalên girîng in.
Li gora pêşnûmeya hatiye qebûl kirin navê Wezaretan wiha ye:
- Wezareta Karên Derve
- Wezareta Parastina Rewa
- Wezareta Karên Hundir
- Wezareta Edaletê
- Wezareta Herêmî, Şaraderî û Nûfûs û avakirina Bajaran
- Wezareta Maliyê
- Wezareta Kar û Bicihkirina Karkeran
- Wezareta Perwerdeyê
- Wezareta Çandiyê
- Wezareta Ceyran, Pişesazî û Berhemên Binerd
- Wezareta Tenduristiyê
- Wezareta Bazirganî û Aborî
- Wezareta Malbatên Şehîdan
- Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandin
- Wezareta Veguhastin û Ragihandin
- Wezareta Ciwan û Sporê
- Wezareta Turîzm û Şûnwaran
- Wezareta Olan
- Wezareta Jin û Malbatê
- Wezareta Mafên Mirovan
***
Nûçeyên eleqedar:
- Vane xalên Zagona Bingehîn a Kantonên Rojava
- Zagona Bingehîn a Rojava hate qebûlkirin