AMED
5'emîn Dadgeha Cezayê Gran a Amedê daxwaza berdana mebûsên BDP'ê İbrahim Ayhan û Gulseren Yildirim serê sibê red kiribû. Piştî nîvro 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî daxwaza berdana mebûsên BDP'ê Kemal Aktaş, Selma Irmak û Faysal Yildiz jî red kir.
Piştî biryara Dadgeha Zagona Bingehîn ya li ser "demek dirêj girtîmayîn"ê ku di encamê de mebûsê CHP'ê Mustafa Balbay hatibû berdan, parêzerên mebûsên BDP'ê serî li dadgehê dabûn. Hemû mebûsên BDP'ê di doza KCK'ê" de têne darizandin.
Dadgehê îro berî nîvro bi piraniya dengan berdana her du mebûsan (Ayhan û Yildirim) red kir. Di biryara dadgehê de hakimek şerha muxaletefetê danî ber biryarê û fikra xwe ya berdana mebûsan anî ziman.
Dadgehê ji bo sedema bernedana her du mebûsên BDP'ê wisa gotiye: "Biryara ku Dadgeha Zagona Bingehîn ji bo Mustafa Balbay daye raste rast, encameke ji bo bersûcên li dadgeha me têne darizandin dernaxe holê, ew biryar ji bo van nikare wekî mînak bê nîşandayîn."
Piştî nîvro 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî daxwaza berdana mebûsên BDP'ê Kemal Aktaş, Selma Irmak û Faysal Yildiz red kir.