MÊRDÎN
Hilbijêrên BDP'î yên Mêrdînê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û li dijî "Dîwarê Şermê" ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin dest bi çalakiya gireva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Şaredara Nisêbînê li dijî avakirina "Dîwarê şermê" yê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin, bi tena serê xwe 4 rojin çalakiya Rojiya Mirinê berdewam dike. Ji bo piştgiriya çalakiya Ayşe Gokkan û li dijî avakirina diwarê şermê hilbijêrên BDP'i yên Mêrdînê jî li ser sînor dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Ji bo piştgiriya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçeçî, Şaredarê Şemrexê Hasip Aktaş, Şaredarê Ewêna Fîkrî Okmen, Şaredarê Elfan Abdulkadir Dag, Şaredarê Kertwênê Zeki Kavak, Şaredarê Girêmîra Omer Altun, Şaredarê Kilavuzê Ahmet İnci, Şaredarê Misûriyê Abdulkerim Adam, Serokê Meclisa Bajar a Mêrdînê Abdulkerim Erdem dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Hat gotin ku endamên meclisa bajar û şaredariyan jî dê piştgiriyê bidin çalakiya girevê.


