Komîteya Amadekar a Forma Civaka Navnetewî (World Social Forum) nûnerên Rojava dewetkir ku beşdarî civîna wan a salane ku dê îsal li Kanada bê lidarxistin bibe. Şandeyek (Heyetek) ji Roajva ku Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Derve Sînem Mihemed pêşengiya wê dike hate amadekirin. Şande li Deriyê Sînor ê Sêmalka rastî astengiya rayedarên PDK’ê hat.
Têkildarî mijarê Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Derve Sînem Mihemed ji bo ANHA’yê got ku rayedarên PDK’ê rê nedan ku şandeya wan derbas bibe da ku beşdarî civîna navnetewî bibe. Sînem Mihemed da zanîn ku şandeya wan 2 semînerên li ser Konfederaliya Demorkatîk û rola jinan di şorşa Rojava de amade kirine ku di civîna navnetewî de pêşkêş bikin, lê ji ber rayedarên PDK’ê rê nedan şandeyê ew nikare beşdarî civînê bibe.
Civîna behsa mijarê wê îsal di navbera 9 û 16’yê gelawêjê de li Kanadayê bê lidarxistin.