NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî agahiyên ji Selmasê tên Îranê girtiyekî din yê siyasî yê kurd li bajarê Selmasê îdam kiriye.
Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Reza Îsmaîl jî li gel Hebîbila Gulperî bi hinceta ku alîkariyê dide Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) li bajarê Selmasê yê rojhilatê Kurdistanê hatiye îdamkirin.
Hat ragihandin ku Reza Îsmaîlî xelkê gundê Dirêk yê girêdayî bajarê Selmasa parêzgeha Ûrmiyeyê ye û piştî îdamkirinê cenazeyê binax kirine. Lê belê malbata Reza li gel hejmarek xizmên xwe cenazeyê wî li nav axê derxistine.
Her wiha li seranserî bajarê Selmas û gundên derdorê hikumetê qedexeya giştî îlan kiriye û xelkê bajêr jî li dijî vê yekê û zilm û zordariya rejîma Îranê dest bi çalakiyên nerazîbûnê kirîne.
Reza Îsmaîlî di sala 2008’an de ji ber sedema alîkarî bi PJAK’ê re kiriye hatîbû girtin.