Diyarname
Bernameya 75'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê hat eşkere kirin. Festîval îsal roja 29'ê gelawêjê bi nîşandayîna fîlmê "First Man / Mirovê Yekem" dê dest pê bike. Fîlm li ser çîroka astronot Neil Armstrong hatiye kişandin ku ew yekem kes e gav avêtiye hîvê. Lîstikvan Ryan Gosling ku rola Armstrong girtiye ser milên xwe du caran ji bo Oscarê bûbû berendam.
Fîlmên ku dê bikevin pêşbaziyên, yên ku dê derveyî pêşbaziyê bêne nîşandayîn jî hatin eşkere kirin. Di beşa pêşbaziyê de 21 fîlm hene. Derhênerêr wekî Olivier Assayas, Alfonso Cuaron, Luca Guadagnino û Carlos Reygadas bi fîlmên xwe yên dawî di pêşbaziyê de ne. Derhêner Guillermo del Toro serokatiya juriyê dike. Toro îsal bi fîlmê xwe "Dengê Avê" di 13 waran de bûbû berendamê Oscarê û di 4 waran de bi ser ketibû.
Ji Tirkiyeyê fîlmê derhêner Mahmut Fazil Coşkun "Anons" derveyî pêşbaziyê di beşa "Orizzonti" de, fîlmê Emre Yeksan ê bi navê "Yuva" jî di beşa "Biennale College Cinema" de tê nîşandayîn.
Vane fîlmên pêşbaziyê:
- First Man (Damien Chazelle)
- The Mountain (Rick Alverson)
- Doubles Vies (Olivier Assayas)
- The Sisters Brothers (Jacques Audiard)
- The Ballad Of Buster Scruggs (Ethan, Joel Coen)
- ROMA (Alfonso Cuaron)
- Vox Lux (Brady Corbet)
Suspiria (Luca Guadagnino)
- The Nightingale (Jennifer Kent)
- The Favourite (Yorgos Lanthimos)
- Peterloo (Mike Leigh)
- Capri-Revolution (Mario Martone)
- What You Gonna Do When The World’s On Fire? (Roberto Minervini)
- Napszallta/Sunset (Laszlo Nemes)
- Nuestro Tiempo (Carlos Reygadas)
- At Eternity’s Gate (Julian Schnabel)
- Acusada (Gonzalo Tobal)
- Zan/Killing (Shinya Tsukamoto)
- 22 July (Paul Greengrass)
- Werk Ohne Autor (Florian Henckel von Donnersmarck)
- Frères Ennemis (David Oelhoffen)
Ev fîlm dê derveyî pêşbaziyê lê bi nîşandayînek taybet bêne pêşkêşkirin:
- The Other Side Of The Wind (Orson Welles)
- They’ll Love Me When I’m Dead (Morgan Neville)
Ev fîlm jî dê li derveyî pêşbazê bêne nîşandayîn:
- A Star Is Born (Bradley Cooper)
- Una Storia Senza Nome (Roberto Anno)
- Les Estivants (Valeria Bruni Tedeschi)
- Mi Obra Maestra (Gaston Duprat)
- A Tramway In Jerusalem (Amos Gitai)
- Un Peuple Et Son Roi (Pierre Schoeller)
- La Quietud (Pablo Trapero)
Festîval 8'ê meha rezberê dê bi dawî bibe û di merasima dawîlêanîna festîvalê de berhemên bi serketine dê bêne xelatkirin. Fîlmê herî serketî dê xelata herî mezin Şêrê Zêrîn bigire.
***
REKLAM
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi her zimanî em dikarin ji bo dawetên we vexwendnameyan amade bikin.