Diyarname
Dewleta Tirkiyeyê ku di navbera Binxet û Serxetê de dîwaran lêdike vê carê di navbera Dirbesiyan de dest bi lêkirina dîwar kir.
Dewleta Tirkiyeyê heta niha li navbera Nisêbîn-Qamişlo, Sêrakiniya Binxet û Serxetê, û di navbera Efrîn û Kîlîsê de dest bi lêkarina dîwarên şermê kiribû, niha di navbera Dirbêsiyan de dest bi heman xebatê kir. Li gor agahiyên ku ji Dirbêsiyê tên li cem embara genim a Dirbêsiya Serxetê dest bi çêkirina dîwar kiriye. Hat gotin ku heta niha metreyek bilind, 100 metre dirêj dîwar hatiye lêkirin û ev xelata lêkirina dîwaran jî bi leşkeran dide çêkirin. Yanê ne sivîl di çêkirina dîwar de, lê leşkeran têde dide xebitandin.
- Vaye dîwarê şermê yê li navbera Efrîn û Kîlîsê
- Li dijî 'dîwarê şermê' zincîreke mezin hate çêkirin
-Li hemberî çêkirina dîwar BDP'yiyan çalakî li dar xist


