WAN
1'emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Artosê ya Westana Wanê bi beşdariya mebûsên HDP’ê yên Wanê Kemal Aktaş, Aysel Tugluk, Ozdal Uçer, Serokê DBP’a Wanê Musta Îtah û gelek kesên din dest pê kir.
Di dema festîvalê de li çiyê bi nivîsan Apo, HPG û PKK hatin nivîsin û posterên Ocalan û yên Mahsum Korkmaz (Egîd) hatin daliqandin.
Axaftina destpêkê ya festîvalê mebûs Aktaş kir û da zanîn ku gelê kurd ev 40 sal in ber xwe dide û got ew ji bo vê têkoşîna mezin rêzdar in.
Aktaş got ku gelê kurd heta îro tu carî li dijî dijmin serî netewandiye û wiha dom kir: "Niha jî li Rojava, Kobanê û Şengalê ber xwe dide. Gelê kurd îro di bin zilmê de ye. Cîhan bêdeng e. Ez ji vir careke din bang dikim. Tu tişt nikare me ji têkoşîna me bike."
Mebûsê HDP'ê Uçer jî got di hilbijartinên dawî de Wan û Amedê qadê Westanê dengên xwe zêde nekirine û got gelê Westanê gelekî welatparêz e û hêviya wan ew e ku di hilbijartinên pêş de encamên girîng bi dest bixin.
Piştî axaftinan festîval bi muzîk û govendê dom kir. Festîval sê rojan dê li dar be û di vê çarçoveyê de dê gelek çalakiyên hunerî lidar bikevin, sohbet û gotûbêj bêne kirin.