Diyarname
Yek ji festîvalên fîlman a kurdan jî Festîvala Fîlmên Kurdî a Stockholmê ye ku dê 2'yemîn car li dar bikeve. Festîval li benda berheman e.
Stockholm ku li dinyayê yek ji wan bajaran e ku ji bo kurdî heta niha gelek mazûvanî kiriye, niha ji bo fîlmên kurdan jî mazûvanî dike. Piştî yekemîn festîvalê, ji bo ya duyemîn jî gav hatin avêtin û wisa diyar e wekî kevneşopî dê her sal festîval li dar bikeve.
Festîvala Fîlmên Kurdî a Stockholmê yekemîn car di sala 2013'yan de li dar ketibû û rastî eleqeyeke baş hatibû. Rêveberên festîvalê bi vê eleqeyê dest bi xebata duyemîn a festîvalê kirin. Ji bo vê yekê festîval li benda berheman e. Li gor agahiyên ku Dîrektora Festîvalê Sîdar Yîgît dane me eleqeya ji bo festîvala yekemîn kiriye ku ew vê xebata xwe bidomînin.
Festîvala duyemîn dê sala pêşiya me di navbera 27 reşemî û 2'yê adarê de li dar bikeve. Kesên bixwazin berhemên xwe ji bo festîvalê bişînin divê heta 1'ê meha sermaweza 2013'yan berhemên xwe bigihînin ber destê amadekarên festîvalê.
Ji bo agahiyên berfireh û şandina berheman:
www.kurdishfilmfest.com.
info@kurdishfilmfest.com.