Reþahiya Demê
Bargiran Þanaz
Ewran ji sibê ve çaraliyê banê ezman dagirtine. Wisa dixuyê ku niyeta wan a çûyînê jî tune. Di dilê wan de xwestina niþtecihiyê heye. Dixwazin bajarê bêxin di bin bandora xwe. Diwazin reþahiya rû û rihê xwe biweþînin li ser bajêr. Diwazin dilopên xwe yên kul û keser bibarînin di nav kolanên bêmiraz de. Kolanên ji dîtinên xwe þermker.
Ji sibê ve ye bajêr bi rengê ewran xwe xemilandiye. Rengê êþ û þînê. Rengê mirinê. Rengê axîn û fîxanê. Bajêr, bêhiþ ketiye ji sibê ve. Ketiye xewna dîtina biharan. Xewna rengareng û biriqî ye. Ez bi tenê serê xwe hiþtime di kolanên xwe de. Di ser dil û canê xwe. Min dewir girtiye jîna vî bajarê vê roja kambax. Vê roja her alî rengetarî. Ez bûme bajêr îroj. Bûme welatekî dagirtî. Kolan û kuçe, sûk, qad û meydanên min di bin dest û zilma biyaniyan de mane. Hêdî hêdî guhertine þekl û þemala min. Êrîþ birinê li ser jîngeha min. Ala xwe li ser kêþane. Dixwazin ku mohra zimanê xwe danên li ser zimanê min ê hezar salî. Ê ku hezar salan e bêhn û tama wî digere li ser min. Li ser hiþ û rihê min. Di nav dilê min. Ez bêçare me îroj. Dibînin halê min ev e! Zordest belav bûne li warên min. Konên nîþaneya hûbûna min ji holê radikin. Agir pê têxin. Bihovane talan dikin.
Îro, ez bindest im ji hêla ewrên reþ û tarî ve. Difetisînin hewaya cîgerên min ên tijî bûyî. Îro, min bê hewa dihêlin. Bêmecal têxin gotinên min. Gotin dixeniqin ji ber xemsariya vî roja xwînmêj. Her gotinek dibe sedema darvekirina cesta min. Îro, ez di bin tîrên ewran de me. Di bin tîrên xeyalkujer de me. Nîgaþên min bêwijdane têne tacîzkirin. Dixwazin min ji nîgaþên min jî dûr bêxin. Û ji destê wan bê dê wan bikujin.
Îro, ez û ewr bûne dijminê hev û du. Çi mixabin ez têk çûme. Biseranser di nava birînan de me.
(05.03.09)
***
Nivîsên Bargiran Þanaz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin: