Þaredarê Amedê Osman Baydemîr çû serdana Hêro Xan
SILÊMANÎ
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, bi armanca selametî û þîfaxwestina ji bo Serokomarê Iraqê Celal Talabanî çû serdana mala wî û bi hevsera wî Hêro Xan.
Baydemîr, li gel Þêwirmenda Þaredariyê Zozan Yuksel û nûnerên BDP'ê yên Hewlêrê Mihemed Elî Aydin û Þîlan Emînoglû, ji bo selametî û þîfayê ji bo Serokomarê Iraqê Celal Talabanî bixwaze, roja 27'ê gulanê çû serdana mala Hêro Xan.
Baydemîr li vê derê got ku piþtî çar salan careke din ew ji ber hatina baþûrê Kurdistanê kêfxweþ e û got: "Min soz dabû, ger qedexeya derketina min a derveyî welat rabe, ezê biçim serdana baþûrê Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî û Mexmûrê."
Þaredar Baydemîr diyar kir ku ew kêfxweþ e ku tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ber bi baþiyê ve diçe û wiha dom kir: "Ji dil û can em hêvî dikin ku mam Celal di demek kin de tenduristiya wî baþtir bibe û vegere Kurdistanê ser kar û barê xwe."
Hevsera Talabanî Hêro Xan jî malaviya þandeya BDP'ê ya ji ber serdana wan kir û got, "Em piþtgiriyê didin pêvajoya çareserî û aþtiyê ya dest pê kiriye û hêvî dikin ku pirsgirêka kurd bi rêyên aþtiyane çareser bibe. Divê her alî xwe ji vê pêvajoyê berpirsyar bibînin û barê dikevin ser milê xwe bicih bînin."