Welat Dilken
Nivîsa ku ji Berî Zayînê ji 3 hezar salî zêdetir xwedî rabirdûyekê ye, ji Serdema Navîn û vir ve di nav civakan de rehên xwe bi awayekî ku êdî neyên rakişandin berdane û piştî deng, axaftina rû bi rû ew bûye duyemîn amûra danûstandinê û hwd. Di sedsalên 18 û 19’an de kesê xwedî nivîs an gotarekê bû, ku dikarî bi dahata nivîsekê yan gotarekê mehekê pê debara xwe bike, ew dahat di roja îroyîn de êdî bûye delîveya dewlemendiyê ya hin nivîskarên ji civakên bi xîret.
Li gorî nûçeya rojnameyekê, par xanimeke nîvîskar a tirk ji dahata firotina pirtûkên xwe yên salekê mîlyonek û dused hezar TL wekî bac daye dewletê. Her wiha, par li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê 156 pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin. Pirtûkên kurdî ku hezar heb têne çapkirin bi tevahî dikin 156 hezar pirtûk. Her çiqas ku bazara kurdî ji alî me tevan ve tê zanîn jî, fermo eger ku ew 156 hezar pirtûk di salekê de bi tevahî werin firotin, em bêjin her yek ji wan pirtûkan bila bi 10 TL be, ku dizanim matematîka min ne baş e jî, lê hesabê vê yekê diyar e, mîlyonek û pênc sed û şêst hezar TL. Ku bala we kişandibe, di nav vî hesabî de mafê çapê, telîfa nivîskêr û karê weşanxaneyê jî heye. Yanê 156 nivîskarên kurd, 156 berhemên kurdî beramberî baca xanimeke nivîskar a tirk e. Lê bi qasî 360 hezar TL ji karê wê, ango ji baca wê hermetê zêdetir...! Lê belê, ne ewqas e jî, ji wan 156 nivîskaran û 156 pirtûkên ku ji her yekê bes çend sed heb têne firotin, kerem bikin, daneyan hûn bihesibînin...
Mijar ne hevrûkirina kar û baca wê xanimê û ya nivîskarên kurd e lê, hal ev hal e... Her çiqas ku Xaniyê Mem û Zînê sê sed sal berî vê gotibe, “çi bikim ko qewî kesad e bazar, nîn in ji qimaş re xerîdar” piştî Xanî sê sed sal... Xaniyê gewre, ezbenî piştî te sê sed sal, mixabin ku bazar hê ew bazar e...
Nivîsandin; ji bo ku gotina nivîskêr heye, ew dinivîse, lê...
Her çiqas ku ji bo nivîskêr sedemên nivîsandinê ne dahatek û dewlemendî be jî, lê ji nivîsê bidestxistina dahatekê û derfetên aboriyê hinekî şertên nivîskêr hêsan dike û nivîskar bêyî xema debarê, bi derûnî û şertên hinekî baş dem û derfetên xwe ji bo berhema xwe terxan dike. Û bêguman, ku ji berhema xwe dahatek û bidestxistina şertên baştir ên jiyanî ji bo nivîskêr dibe kelecan, motîvasyon û pêve girêdayî, daxwaza afirandina berhemên bêqûsir û hêjatir.
Û li aliyê din, berhemeke ku pir tê firotin û xwendin, pê re zêdebûna xwendevanan, navdarî û populerîtiya (ku diyardeya serdemê ye) ku li xwediyê berhemê, nivîskêr vedigere, bêguman ku ew jî ji kelecanên nivîskêr ên lêzedebûyî ne.
Lê belê, ew nivîskarê kurd ê/a ku nikare bi dahata berhema xwe li çayxaneyeke çayekê îkramî dostekî/a xwe bike, ew nivîskarê kurd ê/a ku ji popîlertiya nivîskariyê, ji nivîsê bidest(ne)xistina dahatê, nebûna bi hezaran xwendevanan û bi firotina çend sed pirtûkan, nebûna nirxandin û rexneyekê, ku ji van hemû kelecanan bêpar e...
Û di ser de jî, ji bo debara jiyanî, ku ew neçar e karekî din bike, gelo çi sedem û kelecanên wî/wê nivîskarê kurd hene, ku berê xwe dide, daye nivîsandinê???...
welatdilken@hotmail.com
***
Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bajarê bê mekan wêjevanê bê bajar
- Carinan helbest jî têre nake
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî