Diyarname
Televîzyona Meclisê vê carê di navbera hezkirin û nehezkirinê de çû û hat, di dawiyê de dengê kurdî birî.
Roja 22'yê mehê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş di Civîna Koma Meclisê ya BDP'ê de axaftina xwe ya heftane kir. Demirtaş pêşî bi tirkî axaftina xwe kir û dûre got: "Ji bo Roja Zimanê Zikmakî ez dixwazim axaftina xwe bi kurdî bidomînim." Demirtaş dest bi axaftinê kir. Televîzyona Meclisê ku van axaftinên Koma Meclisê bi awayekî zindî diweşîne pêşî weşana xwe dom kir. Piştî kurtedemeke din dengê Demirtaş ê bi kurdî diaxive birî, dûre bi temamî weşan betal kir.
Berê dema Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk jî di civîna Koma Meclisê de bi kurdî axivî bû televîzyonê weşana zindî betal kiribû.
Demirtaş di axaftina xwe de wisa got: "Berê birêz Turk jî bi kurdî axivîbû û weşan hatibû betalkirin, doz hatibû vekirin lê ew doz betal bû. Ez hêvî dikim di vê dema axaftina min de Televîzyona Meclisê wê weşanê nebire. Ez hatime hilbijartin û di parlemenê de kar dikim. Ger salê carekê be jî bi zimanê xwe yê zikmakî ez biaxivim û televîzyon vê asteng bike, ev yek dê nîşan bide ku şerma welatê me didome. Ji ber ku li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye divê li pêşberî perwerdehiya bi zimanê zikmakî astengî nîn be; bikaranîna zimanê zikmakî ya di saziyên fermî de qedexe nebe. Ji bo vê yekê divê zagonên bingehîn biguherin û li gor rastiya welatê me polîtîka bê kirin. Dê û bav miheqeq divê zimanê xwe hînê zarokên xwe bikin, ev peywireke dîrokî û wijdanî ye."
Demirtaş axaftina xwe bi "Sînorê zimanê min, sînorê dinyaya min e" bi dawî kir.
Bi axaftina Demirtaş re Televîzyona Meclisê pêşî ket nava erê nayê, dûre jê derket û weşan birî; Bi gotineke din vê carê jî ji kurdî hez nakir. Hela heta careke din.