Diyarname
Du agahiyên nû hatin: Berî ku mebûs li meclisê sond bixwin dê BDP komê ava bikin û bi vî awayî here sondxwarinê.
Ya diduyan jî li bendê ne ku vê duşemê (20 pûşper) Hatip Dicle, Kemal Aktaş û Selma Irmak ku wekî mebûs hatibûn hilbijartin bêne berdan. Parêzeran ji bo ew bêne berdan serî li 5'emîn û 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê da. Ji bo vê yekê jî BDP amadehî dike ku bi girseyeke mezin wan pêşwarî bike.
Her wiha parêzerên girtiyên din Faysal Sariyildiz, İbrahim Ayhan û Gulseren Yildirim jî ji bo serbestberdana wan serî li dadgehan da.