Diyarname
Hunermend Gulbahar Kavcu ji gotinên Ehmedê Xanî strana "Mem" çêkiriye û niha ji bo wê stranê klîb kişand.
Hunermend Gulbahar Kavcu kurtedemek berê albuma xwe ya yekemîn bi navê "Sebeb" derxist. Di albumê de stranên wekî "Dil Jimin Bir", "Aw Betaşîyan", "Sebeb", "Şahsevar", "Şeb Û Roz", "Ey Karevan", ""Mem" û "İrfana Geldim cih digirin. Strana "Mem" gotinên wê yên Ehmedê Xanî ne. Kavcu wekî klîba yekemîn a ji bo stranên albuma xwe jî ji bo "Mem" kişand. Klîba ku derhêneriya wê Husên Hesen kiriye hat belavkirin.
Albuma Kavcu ji Kom Muzîkê derket û niha li piyaseyê, li albumfiroşan dikare bê peydakirin.
Û vaye ew klîba "Mem":