logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Ji ‘Yeralti’ bi 5 xelatan derket ser erd!

Festîval bi xelatdayînê bi dawî bû. Demirkubuz bi “Yeralti” 5 xelat, fîlmên kurdî jî du xelat girtin.

  • Dîrok: 15/04/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîval bi xelatdayînê bi dawî bû. Demirkubuz bi “Yeralti” 5 xelat, fîlmên kurdî jî du xelat girtin.

Li Stenbolê şahiya herî mezin a fîlman, Festîvala Fîlman a Navneteweyî ku her meha avrêl bi deh hezaran hezkirên sînemayê li bendê ne îsal jî li dar ket û hat roja dawiyê. Festivala ku 31’ê adarê dest pê kir 15’ê mehê bi dawî dibe. Rojek berî bi dawîbûnê, êvara 14’ê mehê li Salona Kongreyê ya Lutfu Kirdar merasima xelatdayînê li dar ket. Di merasima ku sînemageran bal kişand ser parastina Sînemaya Emekê, derhêner Emin Alper bal kişand ser girtiyên KCK’ê. Alper wisa got: “Ez ji Buşra Ersanli re silavan dişînim. Di şexsê wan de ji hemû siyasetmedar, rojnameger, şaredar û xwendekarên girtî re silavan dişînim.”

Di şeva merasimê ku bi sedan kes beşdar bûn de derhêner Zeki Demirkubuz bi fîlmê xwe “Yeralti” (Binerd) mohra xwe li şevê de. Xelata Derhênerê Herî Serketî jî têde bi giştî 5 xelat girt. “Yeralti”yê Demirkubuz ku yekem car di festîvalê de hat nîşandayîn di heman demê de niha di vîzyonê de ye.
Her wiha fîlmê kurdî “Rêç” ku derhêneriya wê Tayfur Aydin kiriye “Xelata Taybet a Juriyê ya Onat Kutlar” û di warê Muzîkê de Xelata Herî Serketî (ku muzîk Mustafa Biber sazkiriye) girt. Dîsa fîlmê bi kurdî ê Zeynel Dogan û Orhan Eskikoy “Dengê Bajê Min” jî Xelata Senaryoya Herî Serketî girt.
Di şevê de Emin Alper bi fîlmê xwe “Tepenin Ardı” Xelata Fîlmê Herî Serketî jî di nav de çend xelat girt û wisa got: “Di zarokatî de hînê me kiribû ku li her alî me neyar hene. Her kes neyar nîşan dabûn. Yek ji wan neyaran jî Buşra Ersanli ye ku ez ji vir silavên xwe jêre dişînim Di şexsê wan de ji hemû siyasetmedar, rojnameger, şaredar û xwendekarên girtî re silavan dişînim.”
Mustafa Biber jî dema xelata xwe girt ji bo ‘hemû dinyayê û hemû Tirkiyeyê tenduristî û aştî’ daxwaz kir.
Derhêner Tayfur Aydin ku xelata xwe girt bi tirkî got: “Ez vê xelatê diyarî hemû kesên li ser axa xwe nehatine veşartin dikim” û dûre bi gotina “Diya min jî tê de ji bo hemû kesên bi tirkî nizanin ez silavê dişînim, sipas” anî ziman.
Piştî merasimê fîlmê Paolo û Vittorio Taviani “Divê Sezar Bimire / Caesar Must Die” ku li Berlinê Xelata Hirça Zêrîn girtibû wekî fîlmê dawîlêanîna festîvalê hat nîşandayîn.
Fîlmê “Tepenin Ardi” ku Xelata Laleya Zêrîn di Warê Neteweyî de xelat girt roja 15’ê mehê saet 16.00’an de li Sînemaya Beyoglu Beyogluyê, fîlmê “Grestêrka Bi Tenê / The Loneliest Planet” ku di Warê Navneteweyî de Xelata Laleya Zêrîn jî girt li heman sînemayê saet 21.30 de dê bê nîşandayîn.

Di merasima xelatdayînê de ev kes û berhem bi ser ketin û xelat girtin:

- Di Warê Navneteweyî de Laleya Zêrîn:  “Grestêrka Bi Tenê / The Loneliest Planet” (Derhêner Julia Loktev)
- Di Warê Navneteweyî de Xelata Juriyê ya Taybet a Laleya Zêrîn: “Oslo, 31 Gelawêj” (Derhêner Joachim Trier)
Di Warê Neteweyî Laleya Zêrîn de jî ev xelat hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Tepenin Ardi (Der: Emin Alper)
- Derhênerê Herî Serketî: Zeki Demirkubuz (Yeralti)
- Xelata Juriyê ya Taybet a Onat Kutlar: Rêç (Der: Tayfur Aydin)
- Lîstikvana Herî Serektî: Sanem Ogu (Bi rol adi fîlmê Şimdiki Zaman de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Engin Gunaydin (Bi rola di Yeralti de)
- Senaryoya Herî Serketî: (Xelat da du berheman) ‘Tepenin Ardi’ Emin Alper, ‘Dengê Bavê Min’ Orhan Eskikoy
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Turksoy Golebeyi (bi fîlmê Yeralti)
- Muzîka Herî Serketî: Mustafa Biber (bi fîlmê Rêz)
- Vesazkirina Herî Serketî: Zeki Demirkubuz (Bi fîlmê Yeralti)
- Xelata Federasyona Rexnegirên Fîlman ên Navneteweyî (FIBRESCI): Derhêner Andrea Arnol bi fîlmê “Wuthering Haights” (di warê navneteweyî de) û Emin Alper bi fîlmê “Tepenin Ardi” (di warê neteweyî de) girt.
- Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê (FACE): “Tenê Ba / Just the Wind” (derhêner Bence Fliegauf)
- Xelata Taybet a vê FACE’yê: “Rêwîtiya ber bi wê derê ve / Crulic The Path to Beyong” (Derhêner Anca Damian) û “Memleket / Terraferma” (derhêner Emanuele Crialese) girt
- Xelata Gel a Radikalê: Fîlmê “Albert Nobbs” (derhêner Rodrigo Garcia) di warê navneteweyî de û “Yeralti” (derhêner Zeki Demirkubuz) di warê neteweyîde girt.
Di şeva ku Mehmet Ali Alabora pêşkêşvariya wê kir û Barbaros Erkose jî bi klarneta xwe stranek stra, heta saleke din xatir ji temaşevanan xwest.

 

 

 

 

Engin Gunaydin Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xelata Senaryoya Herî Serketî dan Orhan Eskikoy û Emin Alper.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tayfur Aydin "Xelata Juriyê ya Taybet a Onat Kutlar" bi fîlmê xwe "Rêç" girt.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- "Putin's Kiss" an jî welat bi ku ve diçe?

- Şahiya sinemayê Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir

- Festîvala Stenbolê fîlmên kurdî dike mêvanên xwe

- Di Festîvalê de Dersên Sînemayê

- Dest bi firotina bilêtên fîlman kirin

- Rêwîtiya Festîvala Stenbolê dest pê kir

- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn

- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hunermend Seîd Yûsiv di salvegera wefata xwe ya 4ˊan de hate bibîranîn

ad

Fîlmê Google tê kişandin

ad

Pirtûkek din a çîrokan 'Sofî û Monîka' li ber destên xwendevanan e

ad

Siyasetmedar Ezîzî Mihemed koça dawî kir

ad

Dema Festîvala Fîlman a Amedê hat eşkere kirin

ad

Belgefîlmê bi kurdî xelat girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname