Diyarname
Li Erebistana Siûdê kişandin û nîşandayîna fîlman qedexe ye. Derhênere jin a ereb bi dizî fîlmekî kişand û ew fîlm aniha ji bo Oscarê pêşberendam e.
Hayfa el Mansûr bi navê "Wadja" fîlmekî kişand û niha ev fîlm di warê Fîlmê Herî Serketî yê Biyanî pêşberendamê Oscarê ye.
Di fîlm de keçek 10 salî meraqa ajotina bisqilêtê dike lê ji ber ku li welat qedexe hene ew nikarin siwarê bisqilêtê du teker bibe. "Wadja" Festîvala Fîlman a Stenbolê jî têde li gelek festîvalî hat nişandayîn û rexnegirên bi awayekî erênî li fîlm nêrîn. Wadja ligel Venedîkê li Dûbaî û Rotterdamê jî xelat girtibû.
Hayfa el Mansur dema beşên derve yên fîlm dikişand, ji bo nexuye di mînîbusê de xwe vedişart û bi bêtêlê ferman dida. Ev fîlm yekemîn fîlmê metrajdirêj e ku li Erebistanê hatiye kişandin.