logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Kurd ji bo Roja Aştiyê li qadan bûn

Di serî de li Amed, Stenbol û Wanê, li gelek bajaran kurd ji bo Roja Aştiyê li qadan bûn. Vane notên rojekê...

  • Dîrok: 01/09/2013
  • Beş: Nûçe

Diyarname 

Di serî de li Amed, Stenbol û Wanê, li gelek bajaran kurd ji bo Roja Aştiyê li qadan bûn. Vane notên rojekê...

 

Li Amedê bi dehhezaran kes li qada mîtîngê kom bûn

Li ser banga KCD û BDP'ê bi deh hezaran kes di 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi deh hezaran kes bi şiyara "Bi coşa Newrozê em ber bi aştiyeke bi rûmet ve dimeşin, şoreşa Rojava silav dikin" herikîn Qada Stasyonê.

Bi kincên gelêrî, bi rengên kesk, sor zer û alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Mêrdîn, Erzîngan, Çewlik, Elezîz û bajarên din ên derdorê bi hezaran kes li qada mîtîngê kom bûn.

Endamên KESK'ê Şaxên Mêrdînê ji herêma Şehîtlîkê ber bi qada mîtîngê ve bi awayekî kortejê meşiyan, lê belê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nuqteyên kontrolê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Endamên Keskesor jî bi alên xwe yên ji rengên keskesorê û bi dirûşma "Deng bide Rojava deng bide" cihê xwe li qada mîtîngê girtin.

Li qada mîtîngê bi pêşengiya Egîtîm-Senê bi daxwaza "perwerdeya zimanê dayikê" îmze hatin komkirin û wê ji Miduriyeta Perwerdeyê re bêne şandin.

Di mîtîngê de Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk axivîn.

Li Stenbolê bû wekî mîtînga BDP'ê

Li Stenbolê meşa ji bo  1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Nexweşxaneya Nimûneya Haydarpaşayê dest pê kir û heta navenda Kadikoy dom kir. Li wir mîtîng hat li darxistin. Partiyên ESP, EMEP, BDP, SDP û SYKP ku pêkhatiyên HDK'ê ne beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtînga ku bi hezaran kes hebû de beşeke gelek mezin ji girseyê BDP'yî bûn. Hema mirov dikare bibêje bûbû wekî mîtînga BDP'ê.

Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş di mîtînga Stenbolê de axivî. Demirtaş li ser kuştina Neslihan Harman axivî û got: "Li cihekê ku jin bêne kuştin mirov nikare qala aştiyê bike. Emê li dijî nêzîktêdayîna ku jinê wekî divê bê qetilkirin, bêstûxwarkirin têkoşînê bidin. Li vir herî zêde peywir dikeve ser milên me mêran. Ji vê nêzîktêdayîna paşvemayî ya hezar salan a mêran tiştek dernakeve. Ev ne şere f, bêşerefî ye, bêheysiyetî ye."

Demirtaş got ku kurd ne mecbûr in yan bibin alîgirê Esad yan jî OSO'yê (Artêşa Azad), em rêya sêyemîn in. Demirtaş bang li yên ku deng didin AKP'ê kir û wisa got: "We bi xesasiyeta îslamî, we got dê ew biwijdan be, we wisa texmîn dikir û deng da AKP'ê. Niha divê hûn sehabê komkujiyan ji AKP'ê bixwazin. We di dema Roboskî de, we li Geziyê hesab nepirsî, divê niha hûn bipirsin. Ez di wê baweriyê de me ku yên dil dane AKP'ê ne alîgirên şer in. Ew alîgirên aştiyê ne. Lê divê ew jî dengê xwe bilind bikin. Miriyê te, yê min tune ye. Miriyên li holê yên me hem^yuan in. Ji ber vê yekê ger em digirîn em bi hev re bigirîn, em dikerin em bi hev re bikenin."

Gelê Serhedê bû lehî û herikî qada 1'ê Rezberê

Ji bo 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê, di pêşengiya BDP, HDP û saziyên sivîl ên civakî li Wanê mîtîng pêk hat. Di mîtîngê de bi deh hezaran welatiyên ku ji bajar û navçeyan hatin Wanê li gel astengiyên polîsan herikîn qada mîtîngê. 

Bi hezaran welatî li tenişta Parka Altayli ya Wanê kom bûn û ji kolana Maraş û Sixke herikîn qada Qada Beşyolê ya mîtîngê. Girseya ku li Parka Dabbaoglu kom bûn û xwestin bimeşin qada mîtîngê rastî astengiyên polîsan hatin. 

Mîtîngê bi rêzgirtin û sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir. Serokê Komîtiya Amadekar Omer Işik, axaftina destpêkê kir. Işik, da zanîn ku her tim saziyên sivîl ên civakî li dijî şer in. Piştre parlamenterên BDP'ê, Şaredar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî gel slav kirin.

Her wiha piştî mîtîngê li taxa Xaçortê polîsan mudaxaleyî girsê kir û di mudaxaleyê de 1 jê bi giranî 2 ciwan birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê, 5 kes jî hatin binçavkirin.

Enqereyê deng da Rojava

Li Enqereyê jî ji bo Roja Aştiyê bi hezaran kes hatin ba hev, hem Roja Aştiyê pîroz kirin, hem êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin. Di mîtîngê de bang li AKP'ê kiri ku bi awayekî cidî nêzî pêvajoya çareseriyê bibe.

Li bajarên din

Her wiha li Mêrsîn, Dîlok, Bursa, Sêrt, Dêrsim, Îzmîr, Manîsa jî bî mîtîng û meşan Roja Aştiyê hat pîrozkirin, daxwaza aştiyê hat kirin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zimanê Felafil

ad

Ji anketa TTB'ê sefaleta doktoran û biryara bilindkirina têkoşînê derket

ad

Studyoyê Universal şewetîn

ad

Berendamên MHP'ê yên bajarên kurdan

ad

Malpera piştgiriyê ji bo Demîrbaş

ad

Peyama Roja Şanoyê Krzysztof Warlikowski nivîsî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname