Roja 27'ê adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Her sal ji bo vê yekê kesek metnek dinivîse û ew metin belav dike. Îsal derhênerê polonî Krzysztof Warlikowski ji bo Roja Şanoyê ya Cîhanê ew metin nivîsî. Em wê metnê diweşînin:
Peyama Roja Şanoyê 2015
Hostayên rasteqîn ên şanoyê bi piranî ji sehneyê dûr in. Û bi gelemperî, wekî makîneyeke dubarekirin û nûvehilberîna qilîşeyan ew li şanoyê nanêrin. Ew di nav lêgerîna kaniya lêdana rehjenê, herka jiyanê de ne ya ku çav lê ye biqevizin di ser eywanên performansê û hêwirzeya mirovan re ku di nav hewla kopîkirina ji hin cîhanan yekê ne. Ji dêvla ku biafirînin em ew cîhanên ku li ser temaşevanekî, li ser hestên di bin erdê de hiltên hûr dibin an heta xwe dispêrinê, zêde dikin. Û ya rast, tu tiştek tuneye ku ji şanoyê çêtir wan hestên veşarî derxe holê.
Pirî caran wekî rêber ez li pexşanê vedigerim. Roj bi roj li xwe hay dibim ku ez li ser wan nivîskarên ku nêzî sed sal berê bi awayekî kahînî lê dîsa jî bi ihtiyat hilweşîna xwedayên ewropî û ew tarîgewrika ku şaristaniya me xistiye nav tariya ku divê hê bê ronîkirin, difikirim. Ez li ser Franz Kafka, Thomas Mann û Marcel Proust difikirim. Îro ez ê John Maxwell Coetzee jî têxim nav vê koma kahînan.
Ew feraseta wan a derbarê dawiya dinyayê -ne ya girestêrkê lê ya awayên têkiliyên mirovan- û pergal û gelemşeya civakî de, vêga ji bo me pir aktuel e. Ji bo me ku piştî dawiya dinyayê dijîn. Ew ên ku bi sûc û pevçûnên ku her roj li devereke nû diçirisin ku medyaya herdem hazirûnazir jî nikare bişopîne, rû bi rû ne. Ev agir wisa bi lez bi her deverê dikeve, ew qas zû jî ji nav nûçeyên medyayê bê veger winda dibe, diçe. Û em neçar, di nav tirs û xofê de dimînin. Em êdî nikarin bircan ava bikin, û ew dîwarên ku em bi înad ava dikin jî me ji tu tiştî naparêze -berevajî vê, ew bi xwe mihtacî parastin û xwedîlêderketinê ne ku parçeyek mezin a enerjiya me lê diçe. Êdî ew taqeta me tuneye em lê binêrin ka ji derî wêdetir, li paş dîwêr çi heye. Tam jî ji ber vê divê şano hebe û em ji vir hêza xwe bigrin. Ji bo ku ew ciyên dîtina wan qedexe ye, em bikaribin di qulika derî re li wan binerin.
“Efsane hewl dide ew tiştê nayê ravekirin, rave bike. Ji ber ku ew xwe dispêre rastiyê, ew mecbûr e bi neraveberî bi dawî bibe” -Kafka dirûvguherîna efsaneya Prometheus wisa tasvîr dike. Ez baş hîs dikim ku divê ev peyv şanoyê jî tasvîr bikin. Û ev cure şano ye ku xwe dispêre rastiyê û bi awayekî neraveber bi dawî dibe, ez bi dil û can hêvî dikim ew bibe nesîbê hemû xebatkarên wê, ew ên li ser sehneyê ne û ew ên temaşe dikin.
Krzysztof Warlikowski
(Ji aliyê Koma Ragihandina Şanoyê û Navenda Dewletên Yekbûyî ya ITI'yê ve hatiye piştevanîkirin.)
Wergera ji îngilîzî: Fexriya Adsay
Çavkanî: http://www.world-theatre-day.org/en/