Zekî Ozmen
Koma muzîkê ya bi nav û deng Kamkar vê hefteyê li Almanyayê sê konseran li dar dixe.
Kamkar ku yek ji komên bi nav û dengtirîn komên muzîkê yê li Îranê ye û wekî koma muzîka kurd a herî bi nav û deng tê nasîn, taybetmendiyeke din a wan ew e ku endamên wê hemû ji malbatekî ne.
Di vê navberê de dîrektorê Persian.eu Dr. Saeed Rezai Afshar ku rêzekonserên Kamkarê organîze kiriye, bersiv dan pirsên me û sedema organîzekirina rêzekonserên Kamkarê wisa bilêv kir: “Min endamên Kamkarê hê berê dema ew tekekesane ji stranbêjên din re muzîkjenî dikirin nas dikir. Yek ji van hunermendan jî stranbêjê kurd ê bi nav û deng Şahrem Nazerî bû. Kamkarê bi giştî berhemên ku neyin jibîrkirin afirandine. Me xwest bi minasebeta cejna Newrozê komeke profesyonel ji Îranê vexwînin û dema mirov li kes yan komên muzîkî bigere, mirov dê nikaribe li ser Kamkarê re derbas bibe.”
Afshar her wiha bi bîr dixe ku ev malbat nîşana wê yekê ye ku mirov çawa dikarin bi hevparî tiştên hêja biafirînin.
Afshar ku bi eslê xwe îranî ye, li xwe mikur tê ku haya wî jê ne bû ku kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî mîna îraniyan ji Kamkarê hez dikin, heya ew kete di nava hewldana amadekirina konserê.
Dr. Saeed Rezai Afshar di der barê ku ew îraniye û wan komeke kurd vexwandiye wisa axivî: “Kamkar komeke ku ji hêla gelek neteweyan û kêmeneteweyan ve jê tê hez kirin û dê di konserê de xuya bibe ku gelek alman jî ji muzîka wisa hez dikin. Ji wê xweştir nîn e ku mirov bikare mirovan din bi zimanê yekgirtî, yanî bi muzîkê nêzîkî hev bike.”
Rêzekonserên Kamkarê dê bi minasebeta pîrozkirina Newrozê li bajarên Almanyayê roja înê (28 adar) Düsseldorf, roja şemiyê li Neu Isenburgê û roja yekşemê jî li Munchenê werin lidarxistin.