Diyarname
Festîvala Fîlman a Stenbolê her ku diçe şikil digire. Ji bo juriya Pêşbaziya Neteweyî derhenêr Pelin Esmer bû seroka juriyê.
37'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal di navbera 6-17'ê avrêlê de li dar dikeve. Niha serok û endamên juriyê yên Pêşbaziya Neteweyî diyar kirin. Derhêner Pelin Esmer ku di salên dawî de bi fîlmên xwe balê dikişîne her wisa li nav Tirkiye û li dinyayê bi van fîlman xelat girtine îsal kirin Seroka Juriya Pêşbaziya Neteweyî. Her wiha ji bo endamtiya juriyê de derhênerê dîmenê Gokhan Tiryaki, lîstikvan Selen Uçer, helbestvan Kuçuk İskender û nivîskara sînemayê Barbara Lorey de la Charrière hatin diyarkirin.
Di Pêşbaziya Neteweyî de fîlmên ji Tirkiyeyê, belgefîlm û kurtefîlm hene.
Di pêşbaziyê de dê di beşa fîlmên herî serketî Laleya Zêrîn, derhêner, lîstikvanên jin û mêr, senorya, muzîk, dîmen, vesazkirin de xelat bêne belavkirin.
Ji bo Fîlmê Herî Serketî Laleya Zêrîn 150 hezar TL dê bê dayîn. Li ser navê Onat Kutlar xelata taybet a juriyê jî dê xelata wê 50 hezar TL be. Her wiha ji bo lîstikvanên serketî jin/mêr dê 10 hezar TL bê dayîn. Bi sponsoriya Tuborgê xelata derhênerê herî serketî dê wekî 50 hezar TL bê dayîn.
Serîlêdana dawî
Ji bo serîlêdanê yên bixwazin berhemên xwe bişînin dikarin heta 25'ê vê mehê bigihînin ber destên amadekarên festîvalê.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo 100 saliya Bergman guldesteyek ji fîlmên wî
- Xelatên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Festîvala Stenbolê li benda fîlmên we ye