AMED
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der heqê pêla koçberiyê ya ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev dema zor û zehmet, demborî ye û wê bi azadiyê bi encam bibe. KCD'ê bang li tevahiya Kurdên li her devera cîhanê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava xurtir bikin.
KCD'ê der barê koçberiya beriya hefteyekê ji nişka ve rû da daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku divê giyana yekitiya netewî ya navbera Kurdan, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê deng vede.
Di daxuyaniya KCD'ê de hat destnîşankirin ku dilê gelê Kurd di her kêliyê de bi Şoreşa Rojava ya dîrokê dinivîsîne re lê dide û hat gotin ku şoreş kêliya herî bi coş a civakan e. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev coş, ji ber bilindbûna hesreta azadiyê xwe dide der."
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Şoreşa Rojava ku em dikarin jê re bêjin şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn, ji kêliyên dîrokî re şahidiyê dike. Ji aliyekî ve êrîşên çeteyên kujer ên ji mirovahiyê para xwe negirtiye, ji aliyê din ve bombebarana rejîma faşîst a Baasê. Gelê Rojava yê li dijî van êrîşan berxwedaneke bi rûmet nîşan dide, ji niha ve navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandiye. Wekî din, li aliyekî din jî civata navnetewî heye ku li hemberî van komkujiyan bêdeng e û di ser de ambargoya siyasî û maddî dimeşîne. Tevî van hemûyan jî, gelê Rojava bi berxwedana xwe ya bi heybet re, planên fetisandina şoreşê, bi giranî pûç kiriye."
KCD'ê ragihand ku di demeke weha de yekitiya gelê Rojava "gelekî watedar" e û got, "Yekitiya siyasî ya gelê Rojava ku di kesayetiya Konseya Bilind a Kurd de derket holê, divê hîn bêtir were xurtkirin. Giyana yekitiya neteweyî ku bi nêzîkbûna kongreya neteweyî re derket holê, divê herî zêde li Rojavayê Kurdistanê deng vede. Pêwîste hemû partiyên siyasî li gorî giyana demê û pîvanên yekitiya neteweyî polîtîkayên xwe diyar bikin. Di vê dema dijwarbûna têkoşînê de, zor û zehmetiyên madî yên derdikevin pêşiya gelê Rojava, dilê tevahiya gelê Kurd diêşîne. Lewma li her devera cîhanê gelê Kurd kampanyayên alîkariyê dimeşînin."
Di dewama daxuyaniya KCD'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Di vê demê de bi vegûna deriyê sînor ê Sêmalka re, ji Rojava ber bi Herêma Kurdistana Federal ve pêleke mezin a koçberiyê rû da. Divê were zanîn ku bêmirovhiştina Rojava wê bi kêrî hêzên dixwazin şoreşê bifetisîne bê. di pêvajoyê şoreşî de, asayî ye ku zehmetî derkevin holê. Lê belê ev dema ku zor û zehmetî zêde bûye, demborî ye û wê bi azadiyê bi encam bibe. Diyare ku gelê Rojava wê civakeke demokratîk, aram û azad ava bike. Gelê Rojava di vê rê de berdêl daye, berdêlan dide. Em bawerin ku gelê me yê Rojava wê bi vê têgihiştinê tevbigere û polîtîkayên bêkurd hiştina Rojava pûç bike.
Li ser vê bingehê, weke KCD em bang li her Kurdê li her devera cîhanê dikin ku piştgiriya xwe ya ji bo Rojava xurtir bikin û piştgiriyê bidin gel û partiyên siyasî yên tevî hemû komkujiyan jî welatê xwe naterikînin."