Diyarname
Kovara mîzahî Penguen berga xwe li ser 1'ê Gulanê amade kir. Waliyê Stenbolê ku par biryara êrîşkirinê dabû û polîsan êrîşeke tund biribû ser karkeran, vê carê biryar da ku pîrozbahî li Taksîmê bê kirin. Li ser vê yekê Penguenê berga xwe saz kiriye û têde heman walî li ber polîsan e, polîs bi copên xwe li defan didin.
Kovarê gotinên walî yên wekî "1 Gulan wê bi awayekî şahiyê bê pîrozkirin", "Lê me tevdîrên xwe temam kirin" jî li ser karîkaturê nivîsandine.