logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  4. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Li Stenbolê civîna li ser Rojava

Şaredarê Serêkaniya ser xetê yê BDP'yî Îsmaîl Arslan, têkiliya AKP'yî û çeteyên El Nûsra, bi wêneyekî "rûken" raxist ber

  • Dîrok: 21/08/2013
  • Beş: Nûçe

STENBOL

Şaredarê Serêkaniya ser xetê yê BDP'yî Îsmaîl Arslan, têkiliya AKP'yî û çeteyên El Nûsra, bi wêneyekî "rûken" raxist ber çavan. Arslan di civîneke çapemeniyê ya li Stenbolê de wêneyê di destê xwe de nîşan da û got, "Ev sûc e. Li otêl û malên polîsan, ev vehewandin. Hingî şerê bi PYD'ê re li holê nebû. Lê hê ji sînor tên derbaskirin, tên xwedîkirin û parastin."

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê, der heqê bûyerên li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê diqewimin de, li Salona Civînê ya Cezayîr a Taksîma Stenbolê, civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz, rojnamegerê kurd ê ji Rojava Berzan Îso, Akademîsyen Erhan Kelleşoglû, penabera ji Rojava Fehîme Mûhammed Elî û Şaredarê Serêkaniya Serxetê Îsmaîl Arslan amade bûn.

Hakan Tahmaz mafê destpêkê yê axaftinê wergirt û got, "Li Misrê, darbeya leşkerî komkujiya herî hovane ya salên dawî dike. Mirovahî ezmûnên mezin dide. Yek ji van ezmûnan jî li Rojava tê jiyîn. Ev şer, bi awayekî cidî gefê li aştiya Tirkiyê dixwe."

Tahmaz da xuyakirin ku di demeke çarenûsa tevahiya welatên herêmê dibe yek de, helwesta Tirkiyê di mijara aştiyê de rê li ber pirsgirêkên cidî vedike û destnîşan kir ku nêzîkatiyek li hundur hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike, lê li derve hewl dide Kurdên li Rojava têk bibe, polîtîkayeke ne rast e û nayê meşandin.

DU MEXDÛRIYET HENE

Li dû axaftina Tahmaz, Şaredarê Serêkaniyê yê BDP'yî Îsmaîl Arslan mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser êrîşên çeteyan.

Arslan wisa got: "Li holê du mexdûriyet hene. Di navbera me de rêyeke hesinî heye. Her topa li aliyê din ê xetê dikeve, bandorê li xizmên wan ên li vî aliyê xetê dike. Wekî din, fîşekên pengizîn an jî fîşekên bi armanca provokasyonê hatin teqandin, li vî alî 4 kes kuştin û rê li ber birîndarbûna gelek welatiyan vekir. Li navçeyê, tu dikan nemane fîşek lê neketine. Eniya El Nûsra guleyan li navçeyê direşîne. Hê beriya du rojan, guleya karnasê li odeya veterînerên me ket. Ji çar miriyan 2 jê ereb, 2 jê jî kurd in."

EV SÛC E

Arslan da xuyakirin ku hewl tê dayîn di navbera gelan de rewşeke şer bê afirandin û got, "Li Serêkaniya Serxetê, her erebekî birîndar dibe li hemberî kurdan dibe xwedî hêrs, her kurdê birîndar dibe bi hêrs li ereban dinêre." Arslan di axaftina xwe de bal kişand ser wêneyekî di destê xwe de ku di wêneyê de Berendamê Şaredariyê yê AKP'ê hebû. Arslan ev wêneyê ku yê AKP'yî û endamên El Nûsra ligel hev poz dane, nîşan da û got, "Ev sûc e. Ev li otêlan, li malên polîsan hatin vehewandin. Hingî şerê bi PYD'ê re li holê nebû. Lê hê ji sînor derbas dikin, li hin deveran wan xwedî dikin û diparêzin. Niha Serêkaniya Serxetê êşa pevçûna Ereb-Kurdan dijî, dinale."

YÊN SILAVÊ DIDIN PYD'Ê DÎL DIGIRIN

Rojnameger Berzan Îso jî, çavdêriyên xwe yên li ser Rojava ragihand. Îso got, "Li Til Xelef 20 hezar Kurd dijiyan, diman. Dor li vî gundî girtin û êrîş kirin. El Nûsra zextê li gel dike ku ji gund koç bikin, wan dikujin. Em aqûbeta dîlgirtiyan nizanin."

Îso diyar kir ku rejîm li hemberî komên El Qaîdeyî bêdeng dimîne û got, "Bi sedan mirov, bi tenê ji ber silav dane PYD'ê dîl girtin. Piraniya van jî radestî dadgehên şerîatê kirin."

Îso ragihand ku çapemeniya ereb jî, zêdebûna pevçûnên demên dawî bi bahaneya "projeya cihêkar" a kurdan û PYD'ê rave dike û got, "Ev bahane, ji kiryarên El Nûsra xerabtir e. Ji bo şerê Ereb-Kurdan derxînin, çi ji destê wan tê dikin."

BIRÇÎBÛN Û TIRS

Penabera rojavayê Kurdistanê Fehîme Mûhammed Elî ku berî 9 meh û nîv ji ber êrîşan ji Rojava derbasî Serêkaniya Serxetê bûye got, "Wekî jinên kurd, me gelek tişt ji destê rejîma Esad kişandin. Bi taybetî jî di warê aborî de. Ji bo jinan ne huner hebû ne jî zîreet. Gelek mirov bê nasname bûn. Zarokên me bi salan bê nasname man. Îro jî, li Rojava jin û zarok xwe bi rêxistin dikin."

Elî got, "Wekî gelê Serêkaniyê, me gelek mirovên ji cihên cuda hatin li mala xwe vehewandin, me xwestin her tiştên xwe bi wan re parve bikin. Rejîmê ji bo van mirovan tu tişt nekir. Ligel hemû kêmasî û pirsgirêkan jî, me ya di destê xwe de bi wan re parve kir. Ji bo em dengê xwe ji rejîmê re bidin bihîst, em daketin qadan."

Elî got, "Êdî hêdî hêdî sîmsariya jinan derket holê. Alîkarî her diçe kêm dibe. Gelê Serêkaniyê êdî dixwaze em ji vê derê biçin. Em di nava birçîbûn, tirs û xizaniyê de ne."

DIVÊ ALÎKARIYA JI BO ROJAVA ÊDÎ BI DESTÊ DEWLETÊ BÊ KIRIN

Akademîsyen Erhan Keleşoglû li civînê peyivî û got, "Drameke mirovahiyê tê jiyîn. Têkoşîna navbera hêzên emperyal ên li qada navnetewî, Rojhilata Navîn veguherand qada şer. Mixabin ew dewlemendiya mezin a di binê Rojhilata Navîn de heye, mîna bombeyekê li gelan vegeriyaye."

Keleşoglû got, "Di dema gotûbêj û hevdîtinan de, li derve hiştina PYD'ê nayê qebûlkirin. Divê hikumet têkeve nava hewldaneke cidî. Pêwîste alîkariya ji bo Rojava êdî yekser bi destê dewletê bê kirin."

Keleşoglû axaftina xwe wiha dewam kir: "Mirovên li her du aliyên sînor, xizmên hev in. Ev sînorê navbera gelan, ji aliyê hêzên emperyal ve hatin xêzkirin. Divê em li rêya aştiya navbera gelan bigerin. Wekî gelên Tirkiyê, divê em piştgiriya xwe xurtir bikin û çareseriyê ji hikumetê re nehêlin."


Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 31 08 2026

Li Amûdê gel, li Hesekê mamoste ji bo ziman daketin kuçeyan

news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Orhan Pamuk jî sansur kirin!

ad

Ji bo sazkirina hikumetê sosyalîstan û katalanan li hev kir

ad

Kurdan dîsa xwe xapand!

ad

Serokdewlet çawa tê hilbijartin, 'Lijneya Yên Hildibijêrin' çi ye?

ad

Siyasetmedar Hemîd Kiliçaslan wefat kir

ad

'Ev festîval dijî feraseta ku me tune dihesibîne ye'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname