Diyarname
9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 22 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven biribû. Bêyî li bendê bisekinin duh bi şev Guven ji mal hatibû binçavkirin û îro ew derxistin pêş dadger. Dadger biryara tewqîfkirinê li pêş çavên wê xwend û ew şandi Girtîgeha Jinan a Amedê.
Guven bi şev dema polîs çûbûn ber derî gotibû, "Min bixwesta ez dikaribûm birevim û qet we nedibihîst jî. Em dê siyasetê bikin."
Îro Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir û gelek siyasetmedar jî li ber adliyeyê bû. Guven ji hevalên xwe yên wir re got, "Tu pirsgirêk nîn e. Bixebitin, em zû vegerin."
Her wiha Guven ji hundir jÎ peyam şand û got ku ew dê bi siyaseta xwe desthilatdariyê têk bibin.