KOBANÎ
Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanî Enwer Mislim ku di Newroza Kobanî de axivî, diyar kir ku Kobanî mînaka biratiyê ye û divê ji bo Suriyeyek demokratîk têkoşîn bê meşandin.
Fermandarê YPG’ê Cemîl Kobanî jî got Kobanî bûye pêşenga azadiya Rojhilata Navîn û soza şapandina cangoriyan da. Cemil Kobanî êrîşên li Hesekê jî şermezar kirin.
Li Kobanî ligel barîna baranê jî gelek welatî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanî Enwer Mislim axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Kobanî ditewînin. Newroza 2015’an mînaka biratî, wekheviyê ye. Di encama vê biratiyê de me çeteyên DAIŞ’ê li Kobanî têk birin. Em ê bi piştgirya keç û xortên xwe û piştgirya hemû cîhanê li berxwe bidin da ku gelê me di nava aştî û biratiyê de bi hev re jiyan bike. Leheng û qehremanên me yên ku soz dan ku me biparêzin, soza xwe pêk anîn û vaye em li vir Newroza xwe pîroz dikin. Wekî gelê herêmê pêwîst e em piştgirî bidin hev, divê em xizmete xweseriya demokratîk bikin ji bo suriyeyek pêşerojê. Berxwedana YPJ'ê li Kobanê bû mînaka hemû cîhanê, lewra li hemû gelê Kobanî pîroz be.”
Li ser navê Yeketiya Star Sara Xelîl jî di pîrozbahiyê de axivî û Newroza 2015’an li gelê Kobanî û şervanên YPG/YPJ`ê û gelê ku li ser sînor 5 mehan li berxwe da, ciwanên ku tevlî berxwedana Kobanî bûne pîroz kir.
Li ser navê fermandariya YPG`ê ya Kobanê jî Cemîl Kobanî axivî û wiha got: “Em Newroza îsal li hemû şervanên YPG’ê, malbatên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê riya wan bişopînin. Gelê me yê Hesekê bi awayekî hovane rastî êrîşên terorî hat, em van êrîşan nalet dikin û em soz didin şehîdên Hesekê ku em tola wan hilînin. Dîrok dê bêje ka Kobanî çiqas tekoşîn ji bo biratiyê kiriye û bû pêşengtiya azadiya gelê Rojhilata Navîn. Kobanî ji her kesî re diyar kir ku dê her tekoşîna kurdan hebe û dê tu caran serî li hember kesî netewîne.”
Parlementerên HDP'ê Îbrahîm Bînîcî û Îbrahîm Ayan jî derketin ser dikê û Newroza gelê Kobanî pîroz kirin.
Piştî axaftinan peyama Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik di sînevîzyonê de hate nîşandayîn.