Diyarname
Danîmarkayê demekê berê ji bo betalkirina lîsansên televîzyonên kurdan MMC, Nûçe û Roj TV biryarek dabû. Rêveberên televîzyonan jî îtîrazî dadgehê kiribûn. Navenda PEN’a Kurd li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Em bêyî destê xwe bidin daxuyaniyê, em diweşînin:
“Jibo raya giştî û çapemeniyê re
15.07.2013
Wekî tê zanîn netewa Kurd bi giştî ji hemû mafên xwe yên komî û neteweyî bêpar e. Di serî de jî jibo ku Kurd bi zimanê xwe, bi çand û hunera xwe nejî hemû tişt ji aliyên rejîmên serdestên Kurdan ve hatiye plankirin û organîzekirin. Bi dehan sal e ev rewş nehatiye guhertin. Piştî gelê Kurd li başûr bi şoreşa xwe hin tişt bi dest xistin, li bakur jî hêzeke mezin ya Kurdan di qada netewî û di ya navneteweyî de jî bû xwedî destkeftinên berbiçav. Jiber sedemên qedexekirin û înkarkirina zimanê kurdî, hin televizyonên ku Kurdan ji mecbûrî li derveyî welat avakirin mixabin gelek caran bi taybet li gorî daxwazên dewleta Tirkiyê hatine girtin, yan jî bi cezeyên mezin rû bi rû man in. Kengî dewleta Tirkiyê û dewleteke Ewrûpî li ser danûstendinê bazirganiyê lihev rûniştinibin yek mijarên sereke bûye ziman û mafên kurdan ku li gorî daxwazên Tirkiyê ev mafana hatine binpêkirin.
Em vê biryara dadgeha Danimarkê jî di vê çerçevoyê de dibînin. Di diroka dinyayê de bi hezar salane ku sansur heye. Ji imparatoriya Romayan heta dewletên nûjen yên vê serdemê sansur bi awayekî berdewam e. Dewletên îroyîn li hember dijberên xwe, li hember netewên bindest û li hember hemû kes û komên ‘din’ kêm an zêde sansurek pêkaniye. Ev sansura îroj li hember Kurdan dixwaze bê kirin hinekî ev yeke.
Jibo me tiştê ecêb ew e ku îroj li ew ciyê ku wekî navenda demokrasî û wekheviyê tê zanîn, careke din dengê Kurdan tê qutkirin û qedexebûna li ser zimanê kurdî vê carê bi destê dadgehên Ewrûpiyan dibe. Kurd eger li welatekî Ewrûpî jî dengê xwe, zimanê xwe, nerînên xwe yên siyasî bi riyên televizyonên xwe nekin, wê çi bikin? Çewsandin û zordariyên rejîmên serdestên Kurdan têr nakin îcar bi serde sazî û dezgehên Ewrûpî jî piştgiriyê dide polîtikayên dewletên serdestên Kurdan. Ev yek jibo jiyaneke aşitiyane û çareserkirina pêvajoyê jî metirsiyeke. Bêguman ev pirs di serê me de çêdibe; kengî Kurd bi hejmara xwe ya ku ji 50 milyonî derbas dibin gava nêzîkî mafekî xwe dibin, gelo dixwazin ev rê lihember wan bên girtin û ji Kurdan re dixwazin bêjin; hûn tenê şer bikin...
Em wekî netewa Kurd ji roja roj de heta îroj me tu zordarî û neheqî li tu neteweke din nekiriye lê yê nerast be ku ji îroj pêve em bihêlin tu dewlet û organîzasyon li dijî berjewendiyên netewa Kurdan ewqas bi rehetî tevbigere û neheqiyê bike.
Jiber vê yekê jî em dixwazin bala hemû nivîskar û rewşenbîrên PENa Navneteweyî bikişînin ser vê meseleyê ku tenê televiziyonên me yên li derveyî welat pencereyên zarokên me ne, yên ku di rêya wan re ew bi zimanê dayîkê têne perwerde kirin. Her wisa Navenda PENa Kurd dixwaze bîne bîra Navenda PENa Navneteweyî ku yek ji xalên bingehîn yê Manîfestoya Gironayê ya ku dibêje " Medya ji bo pirrengiya zimanan parêzerên herî hêjane. Ew dikarin bi awayekî vebirî û bi zanebûn pal bidine geşbûn û mezinkirina nirxên pirrengiya zimanan", jiber vê jî, em bang li Navenda PENa Navneteweyî dikin û bi taybet PENa Danimarkê ya ku di kongireyê 66’an de, li Warsaw/Poloniya, di 15 - 20.06.1999 ê de piştgîriya pêşniyara Navenda PENa Kurd kirin û di Civata Giştî de pêşniyar hat pejirandin û nameyeke protestoyê bi navê kongreya 66’an ya PENa Navneteweyî li dijî girtina MED -TV ji serok wezîrê Ingilistanê re çû.
Em jî wekî saziyekî Kurdan yê nivîskarî û rewşenbiriyê dibêjîn ji kîjan alî ve were, li hember hemû politikayên li dijî maf û berjewendiyên neteweya Kurdan, emê li ber bisekinin, nerazîbûna xwe bînin ziman û şermezar bikin.
Jiber wê jî em wekî Navenda PENa Kurd bang li gelê Kurd dikin ku roj berî rojê yekitiya xwe sazbikin û bi hêzeke xurt hemû mafên xwe yên netewî di hemû qadên cîhanê de biparêzin.
Bang li Navenda PENa Navneteweyî û bi taybet PENa Danimarkê dikin ku li hember biryara dadgeha welatê xwe derbikeve û li dijî hemû politikayên ku ziman û çanda Kurdî têk dibe bisekine.
NAVENDA PENA KURD”
***
Nûçeyên eleqedar:
- Wezîrê Kurd: Em dikarin li vir cih bidin Roj TV
- Ji bo televîzyonên kurd kampanyaya îmzeyan
- Li ser girtina TV’yên kurdan çend gotin
- YRK:Çapemeniya azad nayê astengkirin
- Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin
- KNK'ê biryara Danîmarkayê şermezar kir
- Girtina televîzyonên kurd hat şermezarkirin
- Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin


