Diyarname
Mebûsê TÎP'ê Can Atalay ê Hatayê ku girtî ye, îro mebûsiya wî hat betalkirin.
Atalay bi sedema Doza Geziyê girtî bû û 18 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn.
13'emîn Dadgeha Cezayê Giran ceza lê birî bû, bi sedema ku bûye mebûs divê bihata berdan lê dadgehê ev yek red kiribû û xwestibû mebûsiya wî bê betalkirin.
Li ser vê yekê parêzerên wî serî li Dadgeha Zagona Bingehîn dabû û xwestibû Atalay bê berdan. Dadgeha Zagona Bingehîn ev serîlêdan qebûl kiribû, lê dadgehê di ya xwe de israr kir. Loma jî îro ji bo betalkirina mebûsiya Atalay li Meclisa Tirkiyeyê civîn hebûn. Di encama nîqaşan de mebûsiya wî hat betalkirin.
Li Meclisa Tirkiyeyê 4 mebûsên TÎP'ê hebûn, hejmara wan daket 3'yan.