Kerkûk
Rayedarên Amerîkayê ji bo başkirina îmajar DYA'yê ya li Iraqê xebatan dike. Vê carê bi kurdan re gog lîstin.
87'emîn tabûra piyadeyan a artêşa Amerîkayê li derdora Kerkûkê li navçeyan digere û bi tîmên herêmî re maçan dilîze. Maça dawî li Multakayê li dar ket.
Di maçê de kurdan gol avêtin amerîkayiyan.
Bi maçê re leşkerên amerîkayê gog û pêlîstok li zarokan belav kir. Ev yek wekî 'leşkerên Amerîkayê dixwazin xwe bi gelê herêmê şîrîn nîşan bidin' hate nirxandin.
Ji înternetê hatiye berhevkirin


