Diyarname
Di van rojên vîrusa koronayê de gelek kes di warê xwe de tiştan diafirîne. Derhênerê kurd Alî Kemal Çinar jî li mala xwe kurtefîlmekî kişand û weşand.
Çinar bi navê "Dilop" fîlmekî bi kurdî kişand û li ser hesabê xwe yê youtube belav kir. Fîlm li ser pirsgirêkên li nav mala malbatekî hatiye kişandin.
Alî Kemal Çinar kî ye?
Derhêner Alî Kemal Çinar di sala 1976'an de li Amedê hatiye dinê. Zanîngeha Dîcle Beşa Beden Egîtîmî û Spor xwendiye.
Fîlmên wî yên metrajdirêj:
- Kurte fîlm / 2013
- Veşartî / 2015
- Genco / 2017
- Di navberê de / 2018
Kurtefîlmên wî:
- Mal / 2005 .
- Dolab / 2006
- Dîwar / 2007
- Înfaz / 2008
- Dawî / 2008
- Arinma / 2009
- Şev / 2009
- Wenda / 2010
- Dilop / 2020
Belgefîlmê wî:
- Bajar / 2010
Derhêner Çinar bi "Veşartî" li If Istanbûl "Xelata Kifşê" (2015), bi "Gênco" li Festîvala Enqereyê Xelata Fîlmê Serketî (2017) girt.
Yên bixwazin "Dilop" û berhemên din ên Alî Kemal Çinar dikarin li ser hesabên wî yên youtube bibînin.
Lînk: