Diyarname
Sirri Sureyya Onder li hemberî YSK'ê got: "Ji nanpêjan re bibêjin bila nan jî nedin wan."
Piştî biryara YSK'ê ku 12 berendamên serbixwe veto kir, berendamê serbixwe yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji bo NTV axivî "Bila meclisa xwe bigirin çi dizkin bila bikin. Em binêrin wê bi kîjan siyaset û kîjan meşrûiyetê bikin."
Ji 12 kesên hatine vetokirin 7 jê berendamen ku BDP piştgirî dide ne. Onder reaksiyonek tûj nîşanî YSK'ê da û got: "Ji nanpêjan re bibêjin bila nan jî nedin wan. Ev çi ye heyran?! Bi salan bendav dan pêşiya wan, ew tewqîf kirin. Her carê ji bo bi mîlyonan dengên mirovan neçin meclisê çi ji destê wan hat kirin. Paşê dibêjin 'bila ji çiyan dakevin.'"
Li ser pirsa niha dê çi bikin jî Onder wisa got: "Blok dê rûnê, bifikire, biryarê bide. Çi biryarê bidin emê li gor wê tevbigerin."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Demirtaş: Emê neketina hilbijartinê jî binirxînin
- Flash: YSK'ê, Zana, Dicle, Kişanak jî têde 12 serbixwe veto kir
- Vane berendamên ku BDP piştgirî dide wan