Diyarname
Vîrusa koronayê bandorê li gelek cihan dike, li fûtbolê jî. Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Îtalyayê Roberto Mancini bi vîrusê ket. Li Tirkiyeyê ji ber vîrusê maça Îstanbul Spor û Adana Demîr Sporê hat taloqkirin.
Tehlîlên Mancini pozitif derketin
Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Îtalyayê Roberto Mancini bi vîrusê ket. Mancini li Tirkiyeyê demek tîma Galatasaray jî bi rê ve biribû. Teknîk dîrektorê 55 salî li mala xwe di nav îzolasyonê de ye û dest bi dermankirina wî hatiye kirin.
Edin Dzeko jî bi vîrusê ket
Golavêjê tîma Romayê yê ji Bosna Hersekê Edin Dzeko jî bi vîrusê ket. Dzeko ji ben hesabê xwe yê tora civakî re û wisa got: "Merheba ji bo her kesî. Mixabin testa min a Covid-19 pozîtîf derket. Ez mecbûr im bikevim karantînayê."
Ronaldo jî bi vîrusê ketibû
Ji lîstikvanên fûtbolê lîstikvanê navdar ê Juventusê Cristiano Ronaldo jî bi vîrusê ketibû. Yê Ronaldo cara diduyan testa wî pozîtîf derketibû. Lîstikvanê efsanewî yê Brez^liyayê Ronaldinho jî bi vî awayî.
Hin lîstikvanên din
Lîstikvanê navdar Zlatan Îbrahîmovîç, lîstikvanê Real Sociedadê DAvid Silva (Nû ji Manchester City transfer kirib^Fun), lîstikvanê Manchester Unitedê Paul Pogba, lîstikvanê Barselonayê Miralem Pjanic (ji Juventusê transfer kiribûn) jî bi vîrusê ketibû.
Hatibû îdîakirin ku Neymar jî li PSG'ê bi vîrusê ketiye lê klûbê bêyi nav eşkere bike gotibû sê lîstikvanên me pê ketine û dest bi dermankirina wan hatiye kirin.
Xavi Hernandez jî
Lîstikvanê navdar ê berê yê Barselonayê Xavi Hernandez ku niha li Lîga Stêrkan a Katarê teknîk dîrektorê El Saddê ye bi vîrusê ket. Hernandez ê 40 salî ji ser hesabê xo yê tora civakî re gotibû ew bi vîrusê ketiye lê rewşa wî baş e û ew dixwaze zûtir demê de vegere ser karê xwe,
Maça İst-A.Demir ji ber vîrusê betal kirin
Hat ragihandin ku ji tîmên Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê Adana Demîr Sporê 29 kes bi vîrusê ketine. Li gor agahiyên ku hatine belavkirin di Adana Demîr Sporê de 24 lîstikvan, 2 ji heyeta teknîkê û 3 jê personel, 29 kes bi vîrusê ketine. Ji ber vê yekê maça Îstanblu Spor û Adana Demîr Sporê hate taloqkirin.