Amed
Di Doza Sereke ya KCK'ê de 10 kes hatin berdan. Şaredarê bere Firat Anli piştî berdanê got: "Nêzî 4 salan e tevî hevalên me, me demeke zehmet li dû xwe hişt. Hê jî gelek hevalên me li pişt geriyên hesinî girtî ne. Heta ev hebe emê xwe azad hîs nekin. Li vê erdnîgariyê bêyî em ziman, nasname û çanda xwe nejîn emê xwe azad hîs nekin."
Di "Doza Sereke ya KCK'ê" de guh êvarê Şaredarê berê Firat Anli, Şaredarê Şirnexê Ahmet Ertak, Şaredarê Pîranê Abdullah Engin, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Berê yê Batmanê Huseyin Kalkan, civaknas Aslan Ozdemir, Fadile Bayram, Takibe Tugay, Hasan Oner, Kazim Kurt hatin berdan.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, malbatên wan û hin BDP'yiyan çûn pêşiya kesên hatin berdan.